DEM Partî: Bila Kurtulmuş înîsiyatîvê bigire û yasaya qeyûman bê parlamentoyê

19-02-2025
RÛDAW
Nîşan DEM Partî Qeyûm Numan Kurtulmuş
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Koma DEM Partiyê li ber avahiya Parlamentoya Tirkiyeyê daxuyaniyek da û xwest ku pêşniyara qanûnê ya ku danîna qeyûm li ser şaredariyan zehmet dike, zû were rojeva parlamentoyê.

Serokwekîlê Koma DEM Partiyê Sezaî Temellî û hinek parlamenterên DEM Partiyê li dijî danîna qeyûman, daxuyaniyek da.

Sezaî Temellî xwest ku pêşniyara qanûnê ya derbarê danîna qeyûman ku ji aliyê 10 partiyên siyasî ve hatiye amadekirin, bê rojeva parlamentoya Tirkiyeyê.

Temellî got ku divê Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş li hemberî danîna qeyûman şaredariyan înîsiyatîvê bigire.

Temellî bi bîr anî ku li Şaredariya Bajêr a Mezin a Wanê qeyûm hatiye tayînkirin û da zanîn ku heta niha qeyûm li 11 şaredariyan hatuye danîn.

“Divê gelek qanûnên Tirkiyeyê bêne guherîn”

Serokwekîlê Koma DEM Partiyê Sezaî Temellî amaje bi wê yekê kir ku her cara qeyûm tê danîn dîmenên derbeyê derdikevin holê û wiha domand:

"Bi danîna qeyûm a li Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê îradeya gel hatiye xesibkirin.

Wekî hûn dizanin, serokê me yê parlamentoyê tim behsa destûra sivîl dike û dibêje divê em ji destûra derbeyê rizgar bibin.

Em li ser vê mijarê bi wî re hevfikir in. Lê tenê sivîlkirina destûrê ne bes e, divê gelek qanûnên li Tirkiyeyê jî werin sivîlkirin.

Banga me ji bo Kurtulmuş e, hêzên ewlehiyê her cara qeyûm tên tayînkirin tundiyeke mezin li gelê me û kesên hilbijartî dikin.

Herî dawî jî êrişeke mezin birin ser şaredariya Wanê. Dîmenên gefa li Serokwekîla me ya Komê birêz Gulistan Koçyîgît û êrişa li dijî wekîla me Newrozê hene.

Me ev dîmen bi Wezareta Karên Navxwe re parve kirin. Gelo hûn dê li dijî van êriş û sepanên derqanûnî çi bikin?

Heta niha Wezareta Karên Navxwe li me venegeriyaye. 

 Eger Serokê Parlamentoyê bêalî be, divê di vê mijarê de înîstiyatîfê li xwe bigire û divê îradeya meclisê û îradeya hilbijartiyan biparêze.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst