Hewlêr (Rûdaw) - Hemû hevserokên şaredariyên DEM Partiyê û endamên meclisa şaredariyê, dê sibê li Parkê Guvenê ya Enqereyê bi beşdariya Hevserokên Giştî Tuncer Bakirhan û Tulay Hatîmogullari beşdarî çalakiya protestoyê ya li dijî qeyûman bibin.
Piştî hilbijartinên herêmî yên 31ê Adara 2024an, Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê 9 ji wan yên DEM Partiyê û 2 ji wan jî yên CHPyê re bi giştî qeyûm danî ser 11 şaredariyan.
Piştî ku Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Abdullah Zeydan ji kar hat dûrxistin, DEM Partiyê biryar da ku çalakiyeke girseyî ya protestoyê li dar bixe.
19ê Sibatê li Enqereyê bi beşdariya Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari û Tuncer Bakirhan li Parkê Guvenê bi çalakiya rûniştinê danîna qeyûman dê were protestokirin.
Hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun û hemû hevserokên şaredariyên DEM Partiyê, endamên meclisê û hevserokên ku ji kar hatine dûrxistin dê beşdarî çalakiyê bibin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse