Li Balafirgeha Stenbolê 350 geşt hatin betalkirin

19-02-2025
Nîşan Stenbol Geştên Asmanî Betalkirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Balafirgeha Stenbolê ji ber berf û qeşayê îro 150 û roja 21ê Sibatê jî 200 geştên asmanî hatin betalkirin.

Wezareta Veguhastin û Jêrxaneyê ya Tirkiyeyê ragihand, ji ber berfa ku dê 19-21ê Sibatê bibare li balafirgehên Stenbol û Sabîha Gokçenê bi aliyên pêwendîdar re civîn hatine kirin û tedbîrên pêwîst hatine wergirtin.

Wezareta Veguhastin û Jêrxaneyê biryar da li Balafirgeha Stenbolê îro ji sedî 15ê geştan û 21ê Sibatê jî ji 20ê geştan bên betalkirin.

Wezaretê li ser mijarê daxuyaniyeke nivîskî belav kir û got:

“Tê pêşbînîkirin 19ê Sibatê 150 geşt û 21ê Sibatê jî 200 geşt bên betalkirin.

Ew hejmar dê li gor rewşa hewayê diyar bibe.”

Li hêla din, li Sabîha Gokçenê jî îro geşt nayên betalkirin lê sibe dê ji sedî 10ê geştan bên betalkirin.

Pegasusê 19ê Sibatê 46 geşt û 21ê Sibatê jî 68 geştên xwe betal kirin.

AJetê jî îro 22 geşt û 21ê Sibatê jî 34 geştên xwe betal kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst