Kurdên ku vedigerin Efrînê di bin zextan de ne!

21-08-2023
Hisên Omer
Nîşan Koçberên Kurd Efrîn Girtin Grûpên Çekdar
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê çekdarên muxalefeta Sûriyeyê koçberekî Kurd ê vegeryayî girt.

Li Efrînê çekdarên muxalefeta Sûriyeyê ya girêdayî Tirkiyeyê welatiyekî Kurd ku li Şehbayê koçber bû û vegeriyaye Efrînê girt.

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê ragihand ku du welatiyên Kurd ên bi navê Mihemed Sadiq Xoce yê 36 salî û Mistefa Ebdulrehman Beko yê 30 salî ji navçeya Şehbayê çûne Meclîsa Xwecihî ya Efrînê.

Rêxistina navborî da zanîn ku ji bo çareseriya dosyeya wan, li Meclîsa Xwecihî li ser wan lêkolîn hatiye kirin û bac li ser wan hatiye ferzkirin.

Piştî dayina bacê, Mihemed Sadiq Xoce hatiye berdan lê heta niha jî Mistefa Ebdulrehman Beko girtî ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst