Hewlêr (Rûdaw) - Şandeya DEM Partiyê ya Îmraliyê îro hevdîtinên xwe yên li Herêma Kurdistanê bi dawî anîn.
Şandeya DEM Partiyê ya Îmraliyê dê îro vegere Tirkiyeyê.
Piştî hevdîtinên Şandeya DEM Partiyê ya Îmraliyê, di nav raya giştî de tê meraqkirin ku dê şande dîsa kengî bi Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike.
Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê Yilmaz Tunç beriya civîna koma AK Partiyê bersiv da pirsên rojnamegeran.
Yilmaz Tunç, li ser pirsa "Gelo dê destûr ji bo hevdîtineke nû ya Şandeya DEM Partiyê were dayîn an na?" bi bîr xist ku Şandeya DEM Partiyê ya Îmraliyê pêştîr jî du caran hevdîtin bi Ocalan re kiriye û got:
"Eger ji bo Îmraliyê serlêdaneke nû were kirin em dê wê jî binirxînin û destûrê bidin."
Pêvajoya nû ya li Tirkiyeyê, Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî piştî ku li parlamentoyê silav da parlamenterên DEM Partiyê dest pê kir.
Devlet Bahçelî 22yê Çiriya Pêşîn a 2024an got ku eger Ocalan were ji Parlementoya Tirkiyeyê di komcivîna DEM Partiyê de banga çekdanînê li PKKyê bike dikare ji “Mafê hêviyê” sûdê wergire.
Piştî vê banga Bahçelî Şandeyeke DEM Partiyê du caran çû Îmraliyê û bi Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan re hevdîtin kirin.
Piştî civîna Îmraliyê, Heyeta DEM Partiyê ku ji Pervîn Buldan, Ahmet Turk û Sirri Sureyya Onder pêk tê, bi partiyên siyasî re hevdîtin kirin.
Heyeta Îmraliyê di çarçoveya van hevdîtinan de hat Başûrê Kurdistanê.
Heyet ewil bi Serok Mesûd Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re civiya.
Ew heyet paşê jî ji Hewlêrê derbasî Silêmaniyê bû bi Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Talebanî re civiya.
Alîkarê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî jî li civînê hazir bû.
Şandeya Îmraliyê hevdîtina xwe herî dawî bi Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî re kir.
Şande dê îro ji Herêma Kurdistanê vegere Tirkiyeyê.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse