Kesê ku heqaret li Erdogan kiribû li Sûriyeyê hat desteserkirin

19-02-2025
RÛDAW
Nîşan Recep Tayyîp Erdogan Sûriye Heqaret Desteserkirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Kesekî ku li ser medyaya civakî heqaret li Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan kiribû li Sûriyeyê hat desteserkirin.

Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê di daxuyaniyekê de ragihand ku kesekî bi navê T.G. ku 49 salî ye li ser hesabê xwe yê medyaya civakî sivkatî bi Serokkomarê Tirkiyeyê kiriye û vîdoeyên heqaretê parve dike.

Li gorî zanyariyan T.G. bixwe li navçeya Kuçukçekmece ya Stenbolê niştecih bû  lê ev demek e derbasî Sûriyeyê bûye û ji wê derê vîdeoyên ku tê de heqaret li Erdogan dike li ser hesabê xwe parve dike.

Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê raihand ku piştî lêkolînan  Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê derbarê T.G. fermana girtinê derxistiye.

Li gorî Wezaretê ew bi hevahangiya Serokayetiya Îstixbaratê ya Girêdayî Rêveberiya Giştî ya Ewlehiya Tirkiyeyê û Şaxa Îstixbaratê ya Rêveberiya Ewlehiya Hatayê di operasyonekê de li Sûriyeyê  hatiye desteserkirin.

Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê da zanîn ku derbarê 97 hesabên din ên medyaya civakî de jî ku vîdeoyên T.G. parvekiribûn lêkolîn hatine destpêkirin û ew hesabên medyaya civakî bi biryara dadgehê hatine girtin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst