Kurdî di 'e-Reçetem'ê de nîne, wezîr li ser mijarê daxuyanî da

28-08-2023
RÛDAW
Nîşan e-reçetem Tirkiye Kurdî Fahrettîn Koca
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Fahrettîn Koca ragihand ku 5 zimanên biyanî ji bo geştyar û nexweşên biyanî li sîstema e-Reçetemê (reçeteya min a elektronîk) hatine zêdekirin.

Wezîrê Tenduristiyê yê Tirkiyeyê Fahrettîn Koca duh li ser hesaba xwe yê medyaya civakî ragihandibû ku zimanên Îngilîzî, Almanî, Erebî, Fransî û Rûsî li sîstema e-Reçetemê zêde kirine.

Nebûna Kurdî di nav wan 5 zimanên ku li ser sîstema reçeteya elektronîk hatine zêdekirin, bû sedema nerazîbûnan.

Fahretîn Koca piştî van nerazîbûnan li ser hesaba xwe ya medyaya civakî derbarê mijarê peyameke nû belav kir.

Koca ragihand ku ew 5 ziman ji bo nexweşên biyanî û geştyaran hatine zêdekirin û got:

“Ji bo nexweşên li Tirkiyeyê jî zimanê Tirkî hatiye hilbijartin.”

“Ji bo welatiyên Tirkiyeyê tenê bi Tirkî xizmet heye”

Fahrettîn Koca di peyama xwe de diyar kir ku ji bo geştyar û nexweşên biyanî pêdivî bi wê yekê hatiye dîtin ku ev 5 ziman li sîstema e-Reçetemê bên zêdekirin û wiha pê de çû:

“Ji bo welatiyên me reçete bi van zimanan nayên nivîsîn. Dema welatiyên me bi hejmara xwe ya welatîbûnê ketin sîstemê tenê dikarin bi zimanê Tirkî xizmetê wergirin.”

Di berdewamiya peyama xwe de Koca got:

“Hinek nexweş li Tirkiyeyê pişkînîn dibin û dermanên xwe ji welatên xwe dabîn dikin. Zêdekirina 5 zimanan li sîstema e-Reçetemê ji ber pêdiviyeke serkeftinên me yên di qada tenduristiya navdewletî de ye.

Bi kedeke mezin çareserkirina pêdiviyeke ku ji ber serkeftinên navdewletî çêbûye ma dikare bibe cihê nîqaşê? Miaxibin hinek dikin cihê nîqaşê. Ji ber nezanîna wan e.”

Îro 55 Parlamenterên Partiya Çepên Kesk (YSP) pêşniyarpirsek pêşkêşî Parlamentoya Tirkiyeyê kir.

Di wê pêşniyarpirsê de parlamenterên YSPyê ji Koca sedemên nebûna Kurdî pirsîbûn. 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst