Girtiyekî Kurd ê nexweş canê xwe ji dest da

27-06-2024
RÛDAW
Nîşan Girtiyê Kurd Girtiyê Nexweş Şefîk Esen
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Girtiye Kurd ê nexweş Şefîk Esenê ji Ameda Bakurê Kurdistanê li nexweşxaneyê canê xwe ji dest da.

Şefîk Esenê gelek nexweşiyên wî hebûn û li girtîgeheke bajarê  Afyonê  yê Tirkiyeyê  dihat girtin.

Girtiyê Kurd ku 40 roj bûn li nexweşxaneya Zanîngeha Eskîşehîrê dihat dermankirin îro canê xwe ji dest da.

Li gorî zanyariyan, gelek nexweşiyên Şefîk Esen ên kronîk hebûn û tevî wan nexweşiyên xwe nedihat berdan.

Ajansa Mezopotamyayê ragihandiye ku dê cenazeyê Esen li navçeya Çinarê ya Amedê bê veşartin.

Şefîk Esen Kanûna Pêşîna 2023yan bi hinceta “propagandeya rêxistina terorê” hatibû girtin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst