Girtiyê Kurd piştî 30 salan hat berdan

12-01-2025
RÛDAW
Nîşan Girtiyê Kurd Refîk Eren
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Girtiyê Kurd Refîk Eren piştî 30 salan ji girtîgeha li bajarê Rîzeyê yê Tirkiyeyê hat berdan.

Refîk Erenê 57 salî sala 1995an li parêzgeha Sêrtê ya Bakurê Kurdistanê hatibû desteserkirin.

Dadgeha Ewlehiyê ya Dewletê ya Amedê bi hinceta “Xirakirina yekitî û yekparçeyiya dewletê” cezaya heta hetayê li Refîk Eren birîbû.

Eren di dema girtîbûna xwe de di girtîgehên Sêrt, Çewlîg, Mûş, Şirnex, Trabzon, Agirî û Rîzeyê de ma.

Girtiyê Kurd piştî 30 salan îro ji girtîgeha navçeya Kalkanderayê ya Rîzeyê hat berdan.

Malbata Refîk Eren, birêvebir û endamên şaxa Artvînê yên DEM Partiyê li ber deriyê girtîgehê Refîk Eren pêşwazî kir.

Eren piştî pêşwaziyê li gel malbat û kesûkarên xwe ber bi parêzgeha Sêrtê ve bi rê ket.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst