Zarokê 16 salî dê, xwişk û cîrana xwe kuştin

27-05-2023
RÛDAW
Nîşan Stenbol Kêrkirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Sîlîvrî ya Stenbolê zarokê 16 salî yê bi navê Mehmet A.; dayik, xwişk û cîrana xwe bi kêrê kuştin.

Bûyer li Taxa Alibey a navçeya Sîlîvriyê çêbû. Mehmet A. yê 16 salî piştî ku bi diya xwe Nazli A. û xwişka xwişka xwe Esra A re pev çû, ew kêr kirin.

Cîrana wan a bi navê Semîha Bag jî ku ji bo wan ji hev veqetîne ji aliyê Mehmet A. ve bi kêrê hat birîndar kirin. Dê û xwişk li cihê bûyerê cane xwe ji dest dan û Semîha Bag jî li Nexweşxaneya Dewletê ya Sîlîvriyê canê xwe ji dest da.

Herwiha hat ragihand ku Mehmet A. bi kêrê êrişî polîsan ku xwestine ew desteser bikin jê  kiriye û ji bo ku polîs ew bigrin gule berî piyê wî dane û ew desteser kirin. Piştî desteserkirinê li ser Mehmet A. 3 kêr hatine dîtin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst