DEM Partiyê ji bo rakirina qeyûman serî li dadgehê da

09-11-2024
RÛDAW
Nîşan DEM Partî Qeyûm Dadgeh
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) ji bo rakirina qeyûmên li şaredariyên Mêrdîn, Êlih û Xelfetiyê hatine danîn serî li dadgehê da

Bi biryara Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê qeyûm li ser şaredariyên Mêrdîn, Êlih û Xelfetiyê yên Bakurê Kurdistanê hatin danîn.

 Ji wê rojê ve li Bakurê Kurdistanê xwepêşandan û nerazîbûnên li dijî qeyûm û destdanîna ser îradeya xelkê  berdewam dikin.

Komîsyona Mafên Mirovan û Hiqûqê ya DEM Partiyê îro rakirina qeyûmên li şaredariyên Êlih, Mêrdîn û Xelfetiyê hatine tayînkirin serî li dadgehê da.

Di serlêdanê de DEM Partiyê bersiva hincetên Wezareta Navxwe ya Tirkiyê yên ji bo danîna qeyûman ên wekî “doza wan hebû û ceza wergtine” da û tekez kir ku hemû îdîayên hatine diyarkirin ne rast in. 

DEM Partiyê her wiha diyar kir ku piştî tayînkirina qeyûman “avahiyên şaredariyan bûne wekî qereqolan” û ji ber vê yekê xelk nikare xizmetê wergire.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst