Rapirsî - Vê yekşemê hilbijartin bê kirin kîjan partî bi ser dikeve?

24-02-2025
RÛDAW
Nîşan Rapirsî ASAL CHP AK Partî DEM Partî MHP
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî rapirsiya ASALê, CHP bi rêjeya ji sedî 31,6ê dengan di rêza yekem de cih digire, AK Partî jî bi rêjeya ji sedî 30,9 duyem e.

Kompanya Lêkolîn û Şêwrê ya ASALê encamên rapirsiya xwe eşkere kirin ku di navbera 15-22yê Sibata 2025an de li 26 bajarên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê li gel 3 hezar û 130 kesî kiribû.

Di rapirsiyê de ji beşdaran pirsa “Eger vê yekşemê hilbijartina giştî ya parlamentoyê bê kirin hûn dê dengê xwe bidin kîjan partiyê?” hatiye kirin.

Li gorî rapirsiyê, dema bêbiryar û yên ku deng nadin tên veqetandin, Partiya Gel a Komarî (CHP) bi rêjeya ji sedî 31,6ê dengan di rêza yekem de cih digre.

AK Partî jî bi rêjeya ji sedî 30,9ê dengan di rêza duyem de ye. DEM Partî sêyem û MHP jî çarem e.

Li gorî rapirsiya ASALê rêjeya dengên partiyan wiha ye:

CHP: Ji sedî 31,6

AK Partî: Ji sedî 30,9

DEM Partî: Ji sedî 9,3

MHP: Ji sedî 9,0

ÎYÎ Partî: Ji sedî 4,3

Partiya Zaferê: Ji sedî 3,9

Partiya Yenîden Refahê: Ji sedî 3,7

Partiya Kilîdê: Ji sedî 1,6

Partiya Karkerên Tirkiyetê: Ji sedî 1,4

Partiyên din: Ji sedî 4,3

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst