Werîs bir Parlamentoyê: ‘Heta ku Ocalan pê li cesedê me neke nikare!’

9 demjimêr berê
Nîşan Musavat Dervîşoglu Ocalan Werîs Parlamento
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê ÎYÎ Partiyê Musavat Dervîşoglu werîs bir Parlamentoyê û li ser Ocalan got, “Heta ku Ocalan pe li cesedê me neke nikare were parlamentoyê.”

Serokê MHPyê Devlet Bahçelî doh di civîna koma partiya xwe de got, "Bila Ocalan were li parlamentoyê biaxive."

Gotinên Bahçelî ji doh ve mijara sereke ya rojevê ne.

Hinek alî, bi taybetî jî nijadperestên Tirk bertekên tund nîşan didin û hinek alî jî van gotinan bi awayekî erênî dinirxînin.

Serokê ÎYÎ Partiyê Musavat Dervîşoglu jî îro di civîna koma partiya xwe de li ser heman mijarê axivî.

“Heta ku pe li cesedê me neke nikare were”

Musavat Dervîşoglu bi bîr anî, Devlet Bahçelî sala 2007an ji Recep Tayyîp Erdogan xwestibû ku Ocalan îdam bike û got:

“Dibêjin bila were (Ocalan) li Meclisê biaxive, ka herê îşê xwe! Ev der meclisa Mustafa Kemal Ataturk e, Li vir Komara Tirkiyeyê ava bûye bûye.

Heta ku pe li cesedê me neke nikare were vê meclisê.”

Musavat Dervîşoglu werîsê ku bi xwe re biribû Parlamentoyê nîşan da û got:

“Tê bîra we ne? ‘Gotibû (Bahçelî) min nekarî wî (Ocalan) daleqînim, eger tu karibî tu daleqîne’ û werîs avêtibû.

Ha vêca vî werîsî li vê qozikê bi ser serê xwe ve hilawestîne.”

Serokê Giştî yê CHPyê Ozgur Ozel jî pitî gotinên Bahçelî gotibû, “Devlet Beg, ez jî dewletê teklîfî Kurdan dikim. Bila werin bibin xwediyên Komara Tirkiyeyê.”

Dervîşoglu bertekeke tund nîşanî Ozel jî da û got, “Ma Tirkiye maseya qumarê ye?”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst