Beşek ji Kurdên Stenbolê ji CHPê bi gazinc in

25-08-2019
Rawîn Stêrk
Rawîn Stêrk
Kurdên piştgiriyeke mezin dane CHPê niha ji bo dijberiya danîna qeyûman hêviya wan ji CHP heye da sekneke baştir nîşan bidin
Kurdên piştgiriyeke mezin dane CHPê niha ji bo dijberiya danîna qeyûman hêviya wan ji CHP heye da sekneke baştir nîşan bidin
Nîşan Qeyûm Tirkiye Amed Wan Mêrdîn Stenbol
A+ A-

Stenbol (Rûdaw) – Di hilbijartinên 31ê Adarê de ji ber Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Kurdan piştgiriyeke mezin li Partiya Komar a Gel (CHP) kirine niha ji bo dijberiya danîna qeyûman hêviya Kurdan jî ji CHP heye da sekneke baştir nîşan bidin.

 

Piştî danîna qeyûman li ser 3 şaredariyên Bakurê Kurdistanê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) gelek caran bang li CHP dike da ew jî di çalakiyên nerazîbûnan de ligel wan bin. Lê CHP di asta herî bilind de daketina kuçeyan red dike.


Kurdên Stenbolê ku namzetê CHP kirin şaredar ji CHP bi gazinc in, lê ew dibêjin ger careke din pêwîst be ew dê dîsa piştgiriyê bidin wan. Beşeke biçûk jî dibêjin ew carek din piştgiriyê nadin CHPê.


Ji CHPê Şaredarê Stenbolê Ekrem Îmamoglû seredana Amedê dike û Muharrem Înce jî diçe Mêrdînê, lê ji hewlên takekesî pê ve CHP piştgiriya HDPê nake.


Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglû dibêje nabe ku ew dakevin kuçeyan, lê di nava CHPê de beşek daxwaza sekneke baştir dike.


HDPyî dibêjin eger CHP bêdeng be dê qeyûm li Stenbol û Enqere jî bên danîn û ‘Bloka Demokrasiyê’ bi danîna qeyûman di ezmûneke girîng de ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst