Bazirganiya zêr a Tirkiye û Herêma Kurdistanê ji sedî 70yî daket ji sedî 25an

04-11-2023
Maşallah Dekak
Maşallah Dekak
Pêşangeha zêran li Ameda Bakurê Kurdistanê berdewam e
Pêşangeha zêran li Ameda Bakurê Kurdistanê berdewam e
Nîşan Zêr Herêma Kurdistanê Tirkiye Amed
A+ A-

Amed (Rûdaw) - Bazirganiya zêran a di navbera Tirkiye û Başûrê Kurdistanê de ji sedî 70 daket ji sedî 25an.

Bazirganên Hewlêrê û Stenbolê dibêjin Kurdistan êdî zêrên xwe ne ji Tirkiyeyê, ji Îmaratê û welatên din dikirin.

Rêvebirê Giştî yê Derbxaneya Tirkiyeyê jî ji Rûdawê re got, ew heq didin gazinên zêringerên Herêma Kurdistanê lê niha ew hewl didin ku vê pirsgirêkê çareser bikin.

Evder bazara zêran a Hewlêrê ye. Dilê zêringeran li vê bazarê davêje. Heta beriya salek jî ji sedî 70yê zêringerên Tirkiyeyê zêrên xwe ji Tirkiyeyê dianîn.

Lê ev demeke anîna zêran ji Tirkiyeyê bûye ji sedî 20 heta 25an.

Wate Tirkiyeyê bazara xwe ya li Başûrê Kurdistanê ji sedî 45 ji dest daye.

Bazirganên zêran ên Kurdistanê di şûna Stenbolê de ji Îmaratê zêr dikirin.

Zêdetir ji Dubaiyê jJi ber ku zêrê Dubaiyê, serê her kîloyek 2 hezar û 500 dolar ji zêrên Tirkiyeyê erzantir dikirin.

Zêringerekî Hewlêrê got, “Ew babeta ku li Tirkiyeyê heye em rasterast bikirin divê gramek 2 dolar girantir bidin ku ji Tirkiyeyê daxilê Herêma Kurdistanê bikin. Bes rasterast ji Dubaiyê bikirin, ew ferqî nîne.”

Serokê Odeya Zêringerên Stenbolê jî dibêje sedema buhabûna zêrên wan li gorî zêrên Îmaratê û welatên din politîkaya hikûmetê ye.

Dewletê ji ber ku kota daniye ser hawirdekirina zêran, li bazarê zêr kêm bûne. Kêmbûna zêran jî bûye sedema zêdebûna buhayê wan.

Serokê Odeya Zêringerên Stenbolê (ÎKO) Mustafa Atayik got:

“Nirxên me gelek buha bûne. Ji ber vê yekê di navbera Ewropa, Dubaî û Tirkiyeyê de ferqek heta 2 hezar û 500 dolaran, heta 3 hezar dolaran ferq çêbûye. Niha di demên dawiyê de hikûmetê kotaya zêran hinekî sist kir.

Heta hezar dolar, hezar û 100 dolarî daket. Lê ev jî buhayek bilind e. Helbet welatiyên me yên Hewlêrê, Sûriyeyê, Iraqê di şûna ku ji me bikirin diçin ji Dubaiyê zêran dikirin.”

Me vê pirsê bir ber destê Rêvebirê Giştî yê Derbxaneya Tirkiyeyê Evdila Yasîr Şahînlî. Ew jî li xwe datîne ku zêrên li Tirkiyeyê li gorî welatên din buhatir e. Lê dibêje ew hewl didin çareseriyek peyda bikin.

Midûrê Gişti yê Derbxaneya Tirkiyeyê Evdila Yasîr Şahînlî  jî got:

“Ji derveyî Tirkiyeyê anîna zêran hinek sînordar kirin. Ji ber van sînordarkirina buhayê zêran li welatê me li hemberî welatên din zêdetir bû, bilindtir bû.

Ji ber vê yekê hevalên ku ji Erbîlê tên gazinan dikin. Mafdar in. Heqê wan e. Înşela em ê vê pirsgirêkê di demeke kin de çareser bikin.

Li Tirkiyeyê ne tenê zêr, ji amûrên teknolojiyê heta otomobîlan her tiştekî ku pere dike li gorî welatên din zêde bûye. Helbet sedema vê jî qeyrana aboriyê ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst