Stenbol - Xelk ji bo kirîna kelûpelên erzantir berê xwe dide bazaran

06-12-2023
RÛDAW
Li Stenbolê xelk li pey kelûpelên erzan digere
Li Stenbolê xelk li pey kelûpelên erzan digere
Nîşan Tirkiye Bakurê Kurdistanê Bihabpn Stenbol Erzan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li bazareke sebze û fêkiyan a li navçeya Fatîhê ya Stenbolê bihayên berheman li gorî mareketan erzantir in.

Ji ber wê jî rojane hejmareke zêde ya welatiyan berê xwe dide wê bazarê.

Firoşkarê sebzeyan ê bi navê Umît got, “Hêza kirînê ya bazaran ji bo mirovan baştir e.

Mirov zêdetir diçin serdana bazaran. Tiştên li cem me bi 10-15 lîreyan bin li marketan bi 30-40 lîreyan in.

Ji ber wê jî xelk zêdetir serdana bazaran dikin.”

Xelkê Tirkiye û Bakurê Kurdista çend sal in ji ber enflasyona bilind û bihabûna nirxan dinalînin.

Amarên TUÎK û ENAGÊ

Saziya Amaran a Tirkiyeyê (TUÎK) roja Duşemê ragihand ku enflasyona salane di Çiriya Paşîn a îsal de gihiştiye ji sedî 61,98î.

Li aliyê din Grûba Lêkolîna Enfilasyonê (ENAG) jî dibêje ew rêje ji sedî 129,27 e.

Rêveberiya nû ya aboriya Tirkiyeyê piştî hilbijartinan bi zêdekirina faîzê û çend pêngavên din hewl dide rûbirûyî enflasyonê bibe.

Lê tevî wan hewldanan jî Tirkiye îsal negihiştine encamê û bihabûn berdewam in.

“Reçeteya Mehmet Şîmşek bi kêr nehat”

Endamê ENAGê Bora Erden got “Hîn berdewam amarên bilind tên ber destê Grûba Lêkolîna Enfilasyonê (ENAG).

Di esasê xwe de armance Mehmet Şîmşek ew bû ku rêjeya faîzê bilind bike û enfilasyonê rawestîne.

Lê ev reçete bi kêr nehat. Sala pêşiya me dê çi bibe?

Wekî ku em hem di bernameya demnavîn a aboriyê de û hem jî di daxuyaniyên Mehmet Şîmşek de dibînin tê gotin ku dê di Hezîranê de wate nîvê dûyem a 2024an enfilasyon dakeve.”

Sînorê hejarî û birçîbûnê

Li gorî amarên dawî yên Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Tirkiyeyê, malabateke 4 kesî ya Tirkiye û Bakurê Kurdistan ji bo ku birçî nemîne mehane herî kêm pêdivî bi 14 hezar û  25 lîreyên Tirkî (derdora 485 dolaran) heye.

Herwiha ji bo ku hejar neyê hejmartin jî divê dahata wê malbatê ji 45 hezar û  686 lîre wate 1570 dolar ne kêmtir be.

Lê mûçeyê kêmane tenê 11 hezar û 402 lireyên Tirkî ye ku nagihe 400 dolaran.

Zêdetirî ji sedî 42yê welatiyên Tirkiye û Bakurê Kurdistan bi mûçeyê kêmane kar dikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst