DEM Partî: Siyaseta demokratîk û Ocalan amade ne, gelo dewlet amade ye?

3 demjimêr berê
RÛDAW
Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan/Wêne: MA
Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan/Wêne: MA
Nîşan DEM Partî Enqere
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Doganê ragihand, “Siyaseta demokratîk amade ye, birêz Ocalan jî amade ye, gelo dewlet amade ye?”

Berdevka Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) Ayşegul Doganê li ser pêvajoyeke nû ya çareseriyê û geşedanên di rojevê de li Navenda Giştî ya DEM Partiyê ya li Enqereyê daxuyanî da.

Omer Ocalanê biraziyê Abdullah Ocalan û Parlamenterê DEM Partiyê yê Rihayê bi rêya hesabê xwe yê Xê da zanîn ku ew doh çûye Îmraliyê.

Doganê, behsa êrişa li dijî TUSAŞê kir û bal kişand ser daxuyaniya DEM Partiyê.

Ayşegul Doganê diyar kir ku divê her kes ji her demê bêhtir xwedî li aştiyê derkeve.

Doganê her wiha daxuyaniyên MYKyê yên têkildarî êrişên Tirkiyeyê yên li ser Rojavayê Kurdistanê bi bîr xist û got, “Em bang li hemû aliyan dikin ku zêdetir li ser guftûgo û rêyên çareseriya aştiyane bisekinin.”

"Gelo dewlet amade ye?"

Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Doganê li ser serdana Omer Ocalan a girava Îmraliyê û hevdîtina bi Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan re got:

“Ev peyama ku wekî 3 rêz û 3 hevokan xuya dike, di nava xwe de gelek peyaman dihewîne.

Di destpêkê de ew bi xwe jî diyar dike ku tecrîd didome.

Ya duyemîn jî dibêje, eger şert û merc peyda bibin, hêza wî ya teorîk û pratîkî heye ku vê pêvajoyê ji qada pevçûn û şidetê veguherîne qada qanûnî û siyasî.

Îmrali amade ye, Birêz Ocalan amade ye. Gelo dewlet amade ye? Em wekî DEM Partiyê dipirsin.

Siyaseta demokratîk amade ye, Birêz Ocalan jî amade ye, gelo dewlet amade ye van şert û mercan biafirîne, tecrîdê ji holê rake û ji bo çareseriya demokratîk a Pirsa Kurd bingeha hiqûqî û siyasî biafirîne?

Dor a wan kesan e ku ev bang kir û piştgirî da. Gotin hatin gotin êdî, dema pratîka wê ye. Gotineke ku nayê taloqkirin, bipaşxistin û derengxistin hat gotin.

Em dizanin, dibînin û dibihîzin tişta ku hat gotin girîng e lê em dîsa li gorî berpirsyariya xwe ya dîrokî banga bicihanînê pêwîstiyan dikin.”

"Tenduristiya Ocalan baş e"

Ayşegul Doganê li ser rewşa tenduristiya Abdullah Ocalan û berdewamiya pêvajoya nû ya çareseriyê jî anî ziman:

“Divê micid nêzî çareseriya Pirsa Kurd bibin. Divê ji pêvajoyên berê ders werin girtin. Birêz Ocalan şert û mercên giran ên tecrîdê dibîne û dijî ku qala tecrîdê dike.

Her wiha derheqê rewşa wî ya tenduristiyê de çend gotinên spekûlatîf tên kirin. Wekî berpirsyartiyeke dîrokî em bi raya giştî re eşkere dibêjin, rewşa tenduristiyê ya birêz Ocalan baş e.

Ev spekûlasyonên tên kirin bi zanebûn tên kirin.”

"DEM Partî amade ye"

Doganê her wiha da zanîn:

“Di daxuyaniya xwe ya berê de jî me gotibû ku heger daxwazeke we ya ji bo avakirina aştiya birûmet û adilane hebe, heger daxwazeke we ya ji bo vekirina rêyeke demokratîk a muzakere û guftûgoyê esas digire hebe, em dizanin ku ev şer zehmettir e. Lewma em pir bi baldarî nêzîkî van daxuyaniyan dibin.

Em careke din dibêjin, partiya me amade ye ku bi rêya têkoşînê û di çarçoveya çareseriya demokratîk de rol bilîze û înîsiyatîfê li xwe bigire. Ev mijar ji bo me pir zelal e.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst