Alarm hat dayîn: Tirsa êrişê heye!

2 demjimêr berê
Nîşan Enqere TUSAŞ Êriş Alarma Pirteqalî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li hemû balafirgehên Tirkiyeyê alarma pirteqalî hat ragihandin.

Doh li Enqereyê êrişî Şirketa Hevpar a Pişesaziya Feza û Hewavaniyê ya Tirkan (TUSAŞ) hat kirin.

Piştî vê yekê tirsa êrişên nû zêde bû û tedbîrên ewlehiyê hatin zêdekirin.

Bi fermana Midûriyeta Giştî ya Hewavaniyê ya Sivîl li hemû hemû balafirgehên li Tirkiyeyê alarma pirteqalî hat ragihandin.

Komîsyonên ewlehiyên yên li balafirgehan civîneke awarte kir û biryara alarma pirteqalî bi awayê fermî ji hemû yekîneyên ewlehiyê re şand.

Piştî vê biryarê li balafirgehan tedbîrên ewlehiyê hatin zêdekirin.

Li Balafirgeha Sabîha Gokçenê ya li Stenbolê jî tedbîr hatin zêdekirin ku ji rêwiyan hat xwestin ku beriya rabûna balafira xwe bi 3 saetan herin balafirgehê.

Alarma pirteqalî çi ye?

Eger îstixbarat hebe ku îhtimal heye di demeke nêzîk de êriş an sabojat çêbibin alarma pirteqalî tê ragihandin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst