Îsraîlê balafirgeh girt: ‘Xwe berdin sitargehan’

25-08-2024
Nîşan Balafirgeha Navneteyewî ya Ben Gurionê Alarm Êriş Îsraîl Filistîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Balafirgeha Navneteyewî ya Ben Gurionê ya li Tel Evîva paytexta Îsraîlê hat girtin û ji xelkê hat xwestin ku xwe berdin sitargehan.

Li gorî televîzyona Kanal 12ê ya Îsraîlê, piştî ku Îsraîlê êriş bir ser hedefên Hizbulahê yên li başûrê Libnanê Balafirxaneya Ben Gurionê jî hatiye girtin.

Hemû geştên li balafirgehê hatin betalkirin û balafirên ku dê xwe li Ben Gurionê deynin jî berê xwe da welatên li herêmê.

Li bakurê Îsraîlê naqosên alarmê lê dixin

Piştî ku Îsraîlê dest bi êrişa xwe kir Hizbulahê jî bi mûşek û roketan êrişî herêmên li bakurê Îsraîlê kir.

Li gelek deverên li bakurê Îsraîlê yên wekî Dovev, Baram, Eyn Yacovê zengilên hişyariyê lê dixin.

Xwe berdin sitargehan

Kanal 12ê diyar kir rayedarên Îsraîlê ji xelkê li herêmê xwestiye ku xwe berdin sitargehan.

Geştan dîsa dest pê kir

Li hêla din, Îsraîlê ragihand ku piştî temambûna êrişan geştan careke din dest pê kiriye û balafirên ku daketibûn welatên din dê dîsa berê xwe bidin Ben Gurionê.

Êrişên her du aliyan

Hizbulahê ragihand ku wan ji bo tola Fuad Şukir dest bi êrişê kiriye û Îsraîl jî êrişî başûrê Libnanê dike.

Berdevkê Artêşa Îsraîlê Daniel Hagari jî daxuyand ku Hizbulah xwe amade dike êrişeke berfireh bibe ser axa wan û wan jî dest bi êrişa “rêlibergirtinê kiriye.”

Hizbulahê dawiya meha tîrmehê ragihandibû ku fermandarê wan Fuad Şukir di êrişeke Îsraîlê de hatiye kuştin û ji wê demê ve gefên tolhildanê dixwe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst