Ser û binê êrişa li Enqereyê: Çi bû û kê çi got?

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Enqere Êriş TUSAŞ
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Kahramankazanê ya Enqereyê êrişî Şirketa Hevpar a Pişesaziya Feza û Hewavaniyê ya Tirkan (TUSAŞ) hat kirin.

Li gorî daxuyaniya Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya di êrişê 5 kes hatine kuştin û 22 kes jî birîndar bûne.

Li gorî daxuyaniya Yerlîkaya 2 kesên ku êriş encam daye jî hatine kuştin.

Rayedarên Tirkiyeyê amaje bi PKKyê dikin lê heta niha bi awayê fermî nehatiye eşkerekirin bê ma êriş ji aliyê kê ve hatiye kirin.

Her wiha heta niha PKKyê jî li ser mijarê ti daxuyanî nedaye.

Li aliyê din, di demeke ku pêvajoya çareseriyê tê nîqaşkirin ev êrişa li Enqereyê li navxwe û derveyî Tirkiyeyê bû sedema bertekan.

Nêçîrvan Barzanî: Şermezar dikim!

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li ser êrişa çekdarî ya li Enqereyê daxuyaniyek da.

Nêçîrvan Barzanî ji malbatên kuştiyan re sersaxî xwest û ji birîndaran re daxwaza şîfayê kir û got:

"Ez êrişa terorî ya îro ya li Enqereyê şermezar dikim.

Duayên min ji malbatên qurbaniyan re ne û ji birîndaran re jî şifayê dixwazim.

Em li dijî terorê bi gel û Hikûmeta Tirkiyeyê re di nava piştevaniyê de ne."

Demîrtaş: Em dê vê carê destûrê nedin

Hevserokê berê yê HDPyê Selahattîn Demîrtaşê ku li Girtîgeha Edîrneyê girtî ye li ser hesabê xwe yê Xê daxuyaniyek da.

Demîrtaş di daxuyaniya xwe de anî ziman:

"Em êrişa li Enqereyê şermezar dikin, rehma Xwedê li kesên mirî be, em ji xizmên wan re sersaxiyê û sebirê dixwazin. Em ji birîndaran re jî şîfayê dixwazin.

Hişmendiya ku hewl dide xebatên çareserkirina pirsgirêkan a bi axaftin, diyalog û siyasetê bi xwînê rawestîne, divê zanibe ku heger Ocalan însiyatîfê bigire û bixwaze rê li ber siyasetê veke, em dê bi hemû hêza xwe li pişt wî bin.

Em dê ti nêzîkatiyên ku siyaseta demokratîk û lêgerîna aştiyê pûç bike û bê îrade bike, qebûl nekin.

Divê her kes hesabên xwe li gorî wê bike. Em dê vê carê destûrê nedin ku dengê kesên aştiyê dixwazin were birîn."

Erdogan: Dê negihîjin armancên xwe

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan jî derbarê êrişê li ser hesabê xwe yê Xê peyamek belav kir û got:

"Êrişa terorî ya li hemberî TUSAŞê ku yek ji rêxistinên lokomotîf ên pîşesaziya parastinê ya Tirkiyeyê ye.

Ev êrîşeke nemerdane ye ku ji bo bekaya welatê me, aştiya miletê me û însiyatîva me ya parastinê ku sembola îdeala me ya 'Tirkiyeya Serbixwe ya Serbixwe' ne, dike hedef.

Divê miletê me zanibe ku destên qirêj ên ku dirêjî Tirkiyeyê dikin teqez dê bên şikandin.

Ti avahî, ti rêxistina terorîst, ti meqseda xerab a ku ewlehiya me dike armanc dê nikaribe bigihîje armancên xwe."

DEM Partî: Divê em ji her demê zêdetir aştiyê biparêzin

DEM Partiyê jî êrişa li Enqereyê şermezar kir û got:

"Em êrîşa ku li navçeya Kahramankazanê ya Enqereyê pêk hat şermezar dikin.

Di van rojên ku civaka Tirkiyeyê behsa çareseriyê dike û îhtîmala diyalogê derdikeve holê, em êrîşeke bi vî rengî watedar dibînin.

Ji bo ku ev bûyerên bi êş dubare nebin divê em ji her demê zêdetir aştiyê biparêzin."

Ozgur Ozel: Dema teqînê cihê gumanê ye

Serokê CHPyê Ozgur Ozel piştî ku li Edîrneyê çû serdana serdana Selahattîn Demîrtaş derket gereke Bakurê Kurdistanê.

Di roja yekem a gera xwe de çû Amedê lê ji ber teqîna li Enqereyê bernameya xwe betal kir û vegeriya Enqereyê.

Ozel beriya ku vegere li ser êrişê daxuyaniyek da û got:

"Li navçeya Kahramankazanê ya Enqereyê êrişeke xwekujî çêbû û piştre pevçûn çêbû.

Şehîd û birîndar hene. Em rewşê ji nêz ve dişopînin.

Teror li kû derê be em nefretê lê dikin û em wê şermezar dikin.

Dema vê teqînê cihê gumanê ye û mirov gumana xerab lê dike."

Devlet Bahçelî: Ti projeya bixwîn dê nikaribe li ber biratiya me raweste

Serokê Partiya Tevger a Nijadperest (MHP) Devlet Bahçelî derbarê êrişê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxwiyaniyek da.

Bahçelî di peyama xwe de êriş şermezar kir û got:

"Hesabên xayîn û neyaran dê bi ser nekevin. Ti pirojeyeke bixwîn a xayînan dê nikaribe li ber yekîtî û biratiya me raweste.

Yên ku qatilên kirêgirtî bi kar tînin û terorê wekî amûrekê tarî bikar tînin, dê encam negirin û dê nikaribin biryardariya me ya ji bo xebatê bişkînin."

Ji Wezîrê Parastinê li ser êrişa li Enqereyê daxuyaniya PKKyê

Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê Yaşar Guler li ser êrişa li Enqereyê daxuyaniyek da.

Yaşar Guler bêyî ku rasterast bibêje "PKKyê kiriye" anî ziman:

"Em her carê cezayê ku heq dikin didin wan lê ew qet nayên ser hişê xwe." 

Alî Yerlîkaya: Em xwediyê qenaeteke xurt in

Li aliyê din, Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya li ser heman mijarê daxuyaniyeke nû da û got:

"Gava ku em bi çalakiyên berê re didin ber hev, em xwediyê qenaetek xurt in ku êrişa terorî ji aliyê PKKyê ve hatiye kirin lê wekî ku min got, piştî ku tesbîtkirina nasnameyê bi dawî bû zelalbûna wê em dê ji miletê xwe yê ezîz ragihînin."

"NATO li cem Tirkiyeyê ye"

Sektretê Giştî yê NATOyê Mark Rutte jî daxuyaniyek bela kir û got:

"Em bi nûçeyên mirin û birîndaran ên ku ji Enqereyê tên gelekî bi fikar in. NATO li cem hevkarê me Tirkiyeyê ye.

Em her cure terorê bi tundî şermezar dikin û bipêşketinan ji nêz ve dişopînin."

Nasnameya kesekî hat eşkerekirin

Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya nasnameya kesekî eşkere kir ku êrişa li Enqereyê pêk aniye.

Yerlîkaya diyar kir ku navê Alî Ordek e û ew endamê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ye.

Her wiha hat gotin ku nasnavê Alî Ordek jî Rojger e.

Alî Yerlîkaya li ser Alî Ordek ti agahiyên din nedan.

Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê diyar kir ku nasnameya jina ku bi Alî Ordek re êriş encam daye hîn eşkere nebûye.

Tirkiyeyê piştî vê bûyerê êrişî gelek deverên Başûr û Rojavayê kir.

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ragihand ku di êrişên Tirkiyeyê yên li Rojavayê Kurdistanê de 12 sivîl şehîd ketine.

Li hêla din, Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî li ser êrişên Tirkiyeyê peyamek belav kir.

Mezlûm Ebdî diyar kir ku êrişên Tirkiyeyê bêserûber in û got:

“Tirkiye bi awayekî bêserûber û bêbingeh herêmên me bombebaran dike, navendên xizmetguzarî û tenduristiyê û sivîlan dike hedef. Ev sûcên şer in.”

DEM Partiyê jî got, “Dibe ku bandorên wêranker ên şer ji bo hemû hêzên li herêmê bibin sedema felaketeke mezin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst