Teqîna li Enqereyê: 'Dema teqînê cihê gumanê ye'

2 demjimêr berê
Şewket Herkî
Şewket Herkî
Cihê bûyerê / Wêne: AA
Cihê bûyerê / Wêne: AA
Nîşan Enqere Teqîn Êriş Ozgur Ozel TUSAŞ
A+ A-

Enqere (Rûdaw) - Dema ku behsa despêkirina pêvajoyeke nû ya çareseriyê zêde bûye li Enqereya paytexta Tirkiyeyê teqîn û êrişekê rû da.

Li gorî agahiyên Wezareta Karên Navxwe, 2 êrişakaran navenda Şirketa Hevpar a Pişesaziya Feza û Hewavaniyê ya Tirkan (TUSAŞ) a li navçeya Kahramankazanê ya Enqereyê kiriye armanc.

Di êrişê de 5 kes hatin kuştin û 22 kes birîndar bûn û 2 êrişkar jî hatin kuştin.

"Dema teqînê cihê gumanê ye"

Serokê CHPyê Ozgur Ozel li ser êrişê wiha axivî:

"Li navçeya Kahramankazanê ya Enqereyê êrişeke xwekujî çêbû û piştre pevçûn çêbû.

Şehîd û birîndar hene. Em rewşê ji nêz ve dişopînin.

Teror li kû derê be em nefretê lê dikin û em wê şermezar dikin.

Dema vê teqînê cihê gumanê ye û mirov gumana xerab lê dike."

17 hezar kesa li TUSAŞê kar dikin

Navenda saziya Şirketa Hevpar a Pişesaziya Feza û Hewavaniyê ya Tirkan (TUSAŞ) li Enqereyê yek ji navendên herî giring e ku bi giştî 17 hezar kes lê dixebitin.

Her wiha li wê heremê gelek dibistan û kargeh jî hene.

Piştî bihîstina teqînê û şerê li TUSAŞê welatiyan jî berê xwe da heremê û wan xwest ku çarenivîsa kesûkarên xwe zanibin.

Şahidê bûyerê Onur Temîzyurek got, "Di nava rojê de ez bi hevjîna xwe re axivîm.

Ez dê biçûma dersa xwe ya dawî, 5 xulek piştî destpêkirina dersê li min geriya û got erdhej çêbû.

Dikana min jî nêzîkî cihê bûyerê ye min got eger erdhêj be çima min hîs nekir.

Destpêkê teqîn çêbû paşê dengê guleyan hat, xwendekar hemû derxistin kolana dibistinê heta 4 -5 seatan li wir man."

Kê êriş kir?

Li gorî yekem daxuyaniyan, Hikûmeta Tirkiyeyê PKKyê wekî gumanbarê sereke dibîne.

Hinek medyayên nêzîkî hikûmetê jî dibêje ku yek ji êrişkaran xelkê navçeya Elkê ya Şirnexe ye.

Xelk jî daxwaza zêdetir parastin û hişyarbûnê li hêzên ewlehiyê dike.

Welatî Samet Karademîr wiha anî ziman:

"Zarokên min û yên hevalên min di hundir de bûn, dayîka wan li derve bû, her kes li cihekî bû.

Me got em xwe bigehînin lojmanan (avahiyên karmendan), wan got teqînên bikontrol hene.

Lê me ji berpirsekî din ê asayîşê pirsî wî tiştekî din got, wate her yekî tiştekî din digot, em ji ber bêserûberiyê gelek aciz bûn."

Êrişa li ser TUSAŞê di nav siyasetê de jî gelek deng li pey xwe anî.

Piraniya partiyên siyasî eriş şermezar kir. DEM Partiyê jî erîşa di demeke wiha de wekî "provakasyon"ê bi nav kir.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst