29 milyon geştyarên biyanî çûne Tirkiyeyê

24-08-2024
RÛDAW
Nîşan Geştyar Biyanî Tirkiye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Çand û Turîzmê ya Tirkiyeyê ragihand ku di 7 mehên îsal de nêzîkî 29 milyon geştyarên biyanî bi armanca geştê çûne Tirkiyeyê.

Wezareta Çand û Turîzmê ya Tirkiyeyê îro amarên meha Tîrmehê ya yên geştyarên çûne serdana Tirkiyeyê belav kirin.

Li gorî amaran di tîrmehê de 7 milyon û 33 hezar geştyarên biyanî bi armanca geştê çûne Tirkiyeyê.

Li gorî par hejmara geştyaran bi rêjeya ji sedî 2,60 zêde bûye.

Wezaretê herwiha ragihand ku di 7 mehên îsal de 28 milyon û 982 hezar û 366 geştyar çûne Tirkiyeyê.

Wezaret dibêje, li gor heman dema par, rêje ji sedî 8,27 zêde bûye.

Geştyrarên ji Rûsyayê di rêza yekemîn de ne

Di amaran de behsa wê yekê hatiye kirin ku di 7 mehên îsal de geştyarên Rûsî bi 3 milyon û 611 hezar û 218 kesan di rêzbenda yekem a geştyarên biyanî de cîh digirin ku çûne Tirkiyeyê.

Bi 3 milyon û 502 hezar û 628 geştyaran Almanya di rêza duyem de ye.

Geştyarên Brîtanî bi 2 milyon û 434 hezar û 333 geştyaran di rêzbenda sêyem de ye.

Îranî û Bulgarî jî di rêzbenda çarem û pêncem de ne.

Çûne geştyarên Ereb kêm bûye

Her li gorî amaran, rêjeya hatine geştyarên Erebî ji welatên Kendavê kêm bûye.

Li gorî heft mehên par, hatine geştyarên Îmaratî bi rêjeya ji sedî 46,25, geştyarên Kuwêtî bi rêjeya ji sedî 37,21, geştyarên Qeterî bi rêjeya ji sedî 31,21 û geştyarên Siûdî jî bi rêjeya ji sedî 9,86 kêm bûye.

Li beramberî hatina geştyarên Başûrê Asyayê zêde bûye.

Di heft mehan de hatina geştyarên Çînî bi rêjeya ji sedî 73,2, geştyarên Bangladeşî bi rêjeya ji sedî 12.22, geştyarên Hindistanê bi rêjeya ji sedî 16,88 û geştyarên Filîpînî bi rêjeya ji sedî 8,94 zêde bûye.

Ev di demekê de ye Federasyona Komeleyên Hotêl û Mêvanxaneyên Tirkiyeyê pêşbînî dike, hejmara geştyarên îsal, li gorî sala borî kêmtir be.

Sedema wê jî bi çalakiyên werzişî, Olimpiyada Parîsê, berdewambûna şerê Rûsya û Ukraynayê, pêşhatên Rojhilata Navîn ji ber şerê Îsraîl û Hemasê, metirsiya belavbûna nexweşiya Sorîka Meymûnan, enflasyona Tirkiyeyê û şewitîna zêde ya daristanan ve girê dide.

Desteya Amaran a Tirkiyeyê, roja 1ê Sibata 2024an amarên taybet bi sektora geştyariya 2023yan belav kirin û ragihand ku 57 milyon û 77 hezar û 440 geştyarên biyanî bi armanca geştê çûne Tirkiyeyê

Li gorî heman desteyê, bi giştî dahata ji geştyarên biyanî ji bo Tirkiyeyê 54 milyar û 315 milyon û 542 hezar dolarên Amerîkî bûye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst