OECD: %70 malbatên Tirkiyê bo debara jiyanê dilgiranin

23-07-2023
Zozan Çetîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî daneyên Rêxistina Pêşxistina Aboriyê û Hevkariyê OECD, li cîhanê malbatên herî zêde di debara jiyanê de zehmetiyê dikşînin malbatên Tirkiyê ne. Ji %70ê malbatan ji peydakirina pêdiviyên sereke yên jiyanê nîgeranin. Piştî Tirkiyê Şîlî û Meksîka tên.

Rewşa giraniyê ku niha li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê her ku diçe zêdetir dibe di lêkolînên navdewletî de jî xwe nîşan dide.

Li Tikriyê ji ber bilindbûna enflasyonê, daketina lîreyê Tirkî li beramber diravê biyanî û giranbûnê, her ku diçe şiyana welatiyan ya aborî lewaztir dibe û ev jî derdê debarê zêdetir dike.

Li gor lêkolîneke Rêxistina Pêşxistina Aboriyê û Hevkariyê OECD li welatên ku endamên wê rêxistinê ne ji her 10 malbata 9ê wan ji giranbûna jiyanê û bilindbûna nirxên pêdiviya dilgiranin. Ji %47ê Malbatan bo peydakirina xerciya  xwirakê, malê, enerjiyê û deynan dilgiranin.

Ji kesên ku beşdarî wê lêkolînê bûyîn %33 wan gotine di krîzeke abûriyê de alîkariya hikûmet dike têra wan dike. Beşdar bo egera krîzekê ji alîkariya hevalan û malbatê zêdetir bawerin.

Di heman demê de %73ê beşdarên wê lokêlînê di wê baweriyê de ne ku divê hikûmetên welatan giranbûna jiyanê wek rojeva sereke bigrin dest û çareser bikin.

Di wê lêkolînê de welatê ku herî zêde xelkê wê di debara jiyanê de zehmetiyê dikişîne Tirkiye ye. Li Tirkiyê zêdeyî %70ê malbatan bo peydakirina pêdiviyên sereke yên jiyanê dilgiranin. Bi vê hêjmarê Tirkiye gelek li jorî hejmara navencî ye ku %47 e.

Piştî Tirkiyê, welatên ku xelkê wan herî zêde di derdê debara jiyanê de ne û bo peydakirina pêdiviyên sereke yên jiyanê dilgiranin Şîlî û Meksîka tên.

Yên ku herî kêm di derdê debara jiyanê de ne, welatiyên Danmarka, Hollanda û Swîsre ne .

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst