Li Stenbolê li ber avahiya AKPê topbarana Zaxo hat şermezarkirin

23-07-2022
RÛDAW
Nîşan Partiya Şoreşger AKP Protesto Êrişa Zaxoyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Beşek ji endamên Partiya Şoreşger bi tabutekê çûn ber deriyê avahiya AK Partiyê ya li navçeya Kadikoya Stenbolê û topbarankirina gundê Perexê yê Zaxoyê ji aliyê Tirkiyê ve prostesto kirin û ew partî wek berpirsê topbaranê nîşan dan.

Li gor dîmenên ku Partiya Şoreşger li ser hesabê xwe yê medyaya civakî belav kirine, beşek ji endamên wê partiyê tabuteke zarokan danîne ser milê xwe û bi armanca protestokirina topbarana Tirkiyê ya li gundê Perexê yê Zaxoyê heta ber deriyê avahiya AKPê ya navçeya Kadikoyê meşiyan ku di encam de 9 kesên di nav wan de zarok jî hebûn canê xwe ji dest dabûn û 26 kes jî birîndar bûn.

Endamên partiya navborî di çalakiya xwe de sloganên “dê dagîrker biçin û gelên li berxwe didin biser bikevin” bilind dikin. Yek ji wan çalakvanan  di dema meşê de li beramber topbarana Tirkiye nerazîbûna xwe tîne ziman û avahiya AKPê nîşan dide û dibêje: “Ev tabut a pitika bi navê Zehra ye û kujerên wê jî li vir in.”

Endamê Partiya Şoreşger got “Li bajarê Zaxo yê Başûrê Kurdistanê, hêzên dagîrker 9 kes bikom kuştin. Ew kes bûn ku çûne seyranê. Ev tabuta pitika bi navê Zehra ye ku li Zaxo hatiye kuştin. Em kujeran gelekî baş dinasin. Kujerê pitika Zehra li vir e. Kesên Ugur û Ceylan kuştin e heman ew kes in ku Zehra kuştin. Kujerên zarokan kujerên Pitikan li vir in. Bila partiyên sîstemê baş bizanin ku bi pesendkirina tezkereyan dibin şirîkê van komkujiyan. Em dê wek şoreşger û sosyalîstên vî welatî ji kujeran hesab bipirsin."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst