Ji bo protestokirina Îsraîlê êrişî karkeran kir

14-11-2023
RÛDAW
Nîşan Sakarya Êriş Xwaringeh Îsraîl Protesto
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li bajarê Sakaryayê, kesekî ji bo protestokirina Îsraîlê, êrişî karkerên xwaringeheke fast-foodê kir.

Êrişên artêşa Îsraîlê yên li Xezeyê, li gelek deverên cîhanê û Tirkiyeyê bi xwepêşandan û çalakiyên cuda têne şermezarkirin.

Bi taybetî li Tirkiyeyê navendên xwaringehan ên navdar ên wekî fast-foodê bûne armanca xwepêşanderan.

Li bajarê Sakaryayê kesekî ji bo protestokirina Îsraîlê, êrişî karkerên xwaringeheke fast-foodê kir.

Li gorî dîmenên belav bûne, kesê êrişkar bi diruşmeyan Îsraîl şermezar kir û êrişî xebatkarên xwaringehê kir.

Di wê demê de jineke ku li ber deriyê xwaringehê nerazîbûneke tund li hemberî wî kesî nîşan da û got:

“Ma boykoteke wisa dibe?”

Jina ku rastî bertekên êrişkar hat, dîmenên bûyerê bi telefona xwe girt û got "Ma boykoteke wisa dibe?"

Di dîmenan de xuya dibe ku hinek kesên din jî piştî êrişker diçin cihê bûyerê û piştgiriya êrişkar dikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst