Hewlêr (Rûdaw) – Li pîrozbahiya Newrozê ya Şirnexa Bakurê Kurdistanê polîsan şekir li zarokan belav kirin.
Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Enqereyê Mansur Yavaşê ku xwedî paşxaneke nijadperestiyê ye xwest ku hêzên ewlehiyê heman miameleya li Şirnexê li xwenîşanderên Stenbolê jî bikin û dev avêt alaya Kurdistanê û nirxên Kurdan.
Parlamenterê berê yê HDPyê Ferhat Encu bertek nîşan da û got, “Paçik heft bavikên te ne.”
Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Enqereyê Mansur Yavaş di axaftina xwe de amaje bi pîrozbahiyên Newrozê da û got:
“Doh li cihekî li Rojhilatê (Bakurê Kurdistanê) alayên ku li gorî min paçik bûn dihatin hejandin.
Dema ku polîsan li wir û şekirên pemboyî didan xelkê ez vê midaxeleya li vir rast nabînim.
Em ji hêzên ewlehiyê hêvî dikin ku li vir jî şekirên pemboyî pêşkêşî xortan bikin.”
Heqareta li Alaya Kurdistanê karvedanên xelkê Bakurê Kurdistanê û siyasetmedarên Kurd li pey xwe anîn.
Parlamenterê DEM Partiyê Sînan Çîftyurek bi rêya Rûdawê bangî Mansur Yavaş kir ku lêborînê ji Kurdan bixwaze.
Parlamenterê DEM Partiyê Sînan Çîftyurek bangî Yavaş kir û anî ziman:
“Em vê helwestê bi tundî şermezar dikin.
Wekî hemû miletan miletê Kurd jî xwedî alaya xwe ye, wekî hemû miletan çawa alaya wan ji wan re pîroz e alaya Kurdistanê jî ji bo miletê Kurd pîroz e.
Em bangî Mansur Yavaş dikin, çawa tu rêzê li alaya xwe digirî divê tu rêzê li alaya miletê Kurd jî bigirî û ji miletê Kurd lêborînê bixwazî.”
Mansur Yavaş piştî Ekrem Îmamoglu ji bo namzediya Serokkomariya Tirkiyeyê navê duyem ê CHPyê ye.
Parlamenterê Kocaeliyê yê DEM Partiyê Omer Faruk Gergerlîgolu jî ku bixwe Tirk e li ser hilbijartinan peyameke zelal da Yavaş û got:
“Mansur Yavaş li qisurê menêre, Kurd deng nadin te û ji niha ve dest ji berbijêriya Serokkomariyê berde.”
“Paçik heft bavikên te ne”
Parlamenterê berê yê HDPyê Ferhat Encu jî li ser hesabê xwe yê Xê anî ziman:
“Paçik heft bavikên te ne. Paçik nirxên ku tu baweriya xwe bi wan tînî û nûnertiya wan dikî ye, faşîstê heram.
Ew ên ku bi pesndayînê te derdixin pêşiya xelkê bila zanibin, li cihê ku Mansurê dijminê Kurdan hebe dê Kurd nebin.”
Paçavra senin yedi sülalendir. İnandığın, temsil ettiğin tüm değerlerdir alçak faşist. Seni ballandıra banlandıra kitlenin önüne çıkaranlar bilsinler ki bu Kürt düşmanı Mansur’un olduğu yerde Kürtler olmayacaktır. Siz M. Akşener’den ders almadınız! Şimdi alın Mansur’unuzu,… pic.twitter.com/OmYt1TbEEu
— Ferhat Encu (@FerhatEncu) March 23, 2025
Baroya Wanê jî ragihand ku ew dê ji ber gotinên wî yên li ser pîrozbahiyên Newrozê giliyê Serokê Şaredariya Mezin a Enqereyê Mansur Yavaş bike.
Baroyê diyar kir ku polîsan dema Newroza Şirnexê şekirên pemboyî dane zarokan lê Yavaş vê yekê wekî sûc nîşan dide û li dûv çû:
"Baroya me dê ji ber van gotinên Mansur Yavaş li cem Serdozgeriya Komara Stenbolê giliyê wî bike.
Em helwesta Mansur Yavaş a bêrêz û lêsorker a li hemberî gelê Kurd şermezar dikin û em dê şopînerê vê pêvajoyê bin.”
Her wiha Parlamenterê Agiriyê yê DEM Partiyê Sirri Sakik jî li ser hesabê xwe yê Xê vîdeoyê Yavaş belav kir û jê re got, "Paçik!"
Gotinên Mansur Yavaş li ser medyaya civakî jî bûn sedema nerazîbûnan.
Beşeke zêde ya bikarhênerên Kurd bi belavkirina dîmenên alaya Kurdistanê bersiva wî da.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse