Hewlêr (Rûdaw) - Li nav siyaseta Tirkiyeyê betekên li dijî heqareta Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Enqerê Mansur Yavaş a li beramberî Alaya Kurdistanê berdewam in.
Piştî sivikatiya li beramber Ala Kurdistanê raya giştî ya Bakurê Kurdistanê nerazîbûneke zêde nîşan da.
Baroya Wanê ji ber heqaretê giliyê Mansur Yavaş kir û xwest bê cezakirin.
"Gotina Mansur Yavaş binpêkirina qanûnê ye"
Sekreterê Giştî yê Baroya Wanê Alî Şapkaci got, "Me li ser du mijaran gilî kiriye.
Yek, divê ku em bibêjin li Kurdistanê rêz ji bo alê tê girtin û ala me sembola yekîtî û berxwedanê ye û nasnameya gelê Kurd e divê rêz li were girtin.
Ew gotina Mansur Yavaş, bi awayekî jî binpêkirina qanûnî ye. Çima? Ji ber ku ji xwe ev yek di qanûna Tirkiyeyê de jî tawan e.
Heta niha bi sedan caran hevdîtin di navbera dethilata Tirkan û Kurdistana Başûr de hatine kirin, peyman hatine îmzekirin û niha jî wekî kincekî bi nav dikin. Ev tişt binpêkirina qanûna Tirkan e jî."
23yê Adarê li Newroza Stenbolê dema hat xwestin ku peyama Serokê CHPyê Ozgur Ozel bê xwendin, beşdarvanan ji ber gotinên Mansur Yavaş nerazîbûn nîşan dan û bi dengê bilind xwendina peyama Ozel asteng kir.
Ozel heman rojê di xwenîşandanên li ber Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê de bal kişande ser nerazîbûnên di pîrozbahiya Newrozê de û helalî ji Kurdan xwest.
"Ez helaliyê dixwazim"
Serokê CHPyê Ozgur Ozel wiha axivî:
“Min îro ji qada ku Newroz lê hat pîrozkirin hinek nerazîbûnên biçûk ên dilşikestinê bihîstin.
Divê ez ji vê derê ji wan re vê yekê bibêjim: Em ji ser kursiyê li vê meydanê 5 roj in gelekî axivîn. Gotinên zêde bêqisûr nabin.
Her kesê ku ji ser vî kursiyê axivî be û gotinên wî kî êşandibe, divê wekî serokê giştî yê partiyê ez helaliyê ji wan bixwazim.
Ez careke din Newroza hemû birayên xwe yên Kurd pîroz dikim.”
Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Enqerê Mansur Yavaş 22yê Adarê di dema xwenîşandenên Stenbolê de heqaret li Alaya Kurdistanê kir û wekê "paçik" bi nav kir.
Li dijî gotinên Yavaş li ser medyaya civakî gelek nerazîbûn hatin nişandan û bi hezaran kesî Alaya Kurdistanê parve kir.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse