Banka Navendî ya Tirkiyê rêjeya faîzê bilind kir

22-06-2023
RÛDAW
Nîşan Tirkiye Banka Navendî ya Tirkiyê Faîz
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Lijneya Giştî ya Banka Navendî ya Tirkiyê îro 22ê Hezîranê rêjeya faîzê ji %8.5an bo %15an bilind kir.

Lijneya Giştî ya Banka Navendî ya Tirkiyê îro Pêncşemê 22ê Hezîrana 2023ê bi serokatiya Hafize Gaye Erkan civiya û biryara xwe ya faîzê eşkere kir.

Wek ku aborînasan jî texmîn dikir rêjeya faîzê hat bilindkirin. Rêjeya faîzê bi careke din 650 puan hat zêdekirin û ji %8.5an bo %15an hat bilindkirin.

Lê belê bilindkirina rêjeya faîzê ne li gor texmînan bû û li gor Bloombergê, dihat pêşbînîkirin ku Banka Navendî ya Tirkiyê herî kêm rêjeya faîzê bo %20 zêde bike.

Tevî ku rêjeya faîzê hat bilindkirin, lê belê bihayê lîre dîsan daket. Pêş biryarê dolar li hember lîre 23.55 bû, lê piştî biryara bilindkirinê ji 24 lîreyan derbas kir.

Banka Navendî ya Tirkiyê herî dawî 23ê Sibata 2023ê rêjeya faîzê ji %9an bo %8.5an kêm kiribû.

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, weke polîtîkaya aboriyê li dijî bilindkirina faîzê ye, lê piştî ku Mehmet Şimşek bû Wezîrê Xezîne û Darayî razî bû ku rêjeya faîzê bê bilindkirin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst