Deynên welatiyan ên kartên krediyan ji sedî 160 zêde bûne

03-01-2024
RÛDAW
Nîşan Tirkiye Deyn Kredî Bank
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, sala 2023yan deynên welatiyan ên bankan bi giştî ji sedî 74,47 zêde bûne û deynên kartên krediyan jî ji sedî 160 zêde bûne.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, her diçe krîza aborî kûrtir dibe û deynên welatiyên ên banan zêdetir dibin.

Sala 2023yan faîza banka navendî ji sedî 8,5an derket ji sedî 42,5an.

Li gel zêdekirina faîza banka navendî faîza krediya pêwîstiyan jî gihişt ji sedî 62,25an û rekora 21 salên dawî hat tomarkirin.

Bi zêdekirina faîzan re deynên welatiyan ên bankan jî zêde bûn.

Li gorî amarên Lijneya Sererastkirin û Pişkînînê ya Bankayan (BDDK), 22ê Kanûna 2023yan deynên welatiyan ên kartên krediyan li gorî heman meha sala borî ji sedî 160,45 zêde bûne û gihiştine trilyonek û 99 milyar û 778 milyon lîreyan ku dike nêzîkî 37 milyar dolaran.

23yê Kanûna Pêşîna 2022yan deynê welatiyan ê kartên krediyê 422 milyar û 267 milyon lîre bû ku dike nêzîkî 14 milyar 180 milyon dolaran.

Deynê welatiyan ê bankan bi giştî ji sedî 74,47 zêde bûye û gihiştiye 2 trilyon û 596 milyar û 682 milyon lîreyan ku dike nêzîkî 87 milyar û 200 milyon dolarî.

Deynê krediya xaniyan jî ji sedî 22,19 zêde bûye û gihiştiye 438 milyar û 313 milyon lîreyan ku dike nêzîkî 14 milyar û 700 milyon dolarî.

Dîsa deynê welatiyan ê krediya otomobîlan jî ji sedî 99,76 zêde bûye û gihiştiye 93 milyar 173 milyon lîreyan ku dike nêzîkî 3 milyar dolaran.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst