Bêhn ji malê hat, termên dayîkê û pitikê wê hatin dîtin

21-10-2024
RÛDAW
Nîşan Stenbol Beyoglu Mirin Jin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Beyogluyê ya Stenbolê jinek û zarokê wê yê yek salî li malê bi mirîtî hatin dîtin.

Li gorî agahiyên hatine belavkirin, jina bi navê Sauda A. xelka Afrîkayê ye.

Sauda A. li Kolana Buyuk Kirlangiçê ya Taxa Bulbulê li daîreyeke qata yekem a apartmanekê de dijiya.

Dema bêhn ji mala wê hat kesên li derdorê li derî da.

Dema kesî bersiv neda, wan polîs agahdar kirin.

Li ser agahdarkirinê polîs, tîmên tenduristiyê û tîmên parastina sivîlan çûn cihê bûyerê.

Dema tîm ketin hundir, wan dît ku jinek û kurê wê yê yek salî bê tevger in.

Piştî kontrolkirinê, derket ku jina bi navê Sauda A. û pitikê wê mirine.

Piştî lêkolînên dozgerê komarê, termê jina Afrîkî û zarokê wê birin Morga Saziya Bijîşkî ya Dadî ya Stenbolê.

Heta niha nayê zanîn bê sedema mirina wan çi ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst