Stenbol (Rûdaw)- Li Tirkiyeyê di nava 2-3 salên dawî de enflasyona fermî ya xwaringehan gihiştiye ji sedî 65an û ev jî bûye sedem ku xwediyên xwaringehan û restorantan bihayê xwarinên xwe zêde bikin.
Piştî sersalê hemû xwaringeh ji ber zêdebûna meaşê herî kêm neçar man ku bihayên xwarinan bilind bikin.
Hinek xwaringehan ji sedî 30 û hinekan jî heta ji sedî 60 menuyên xwe biha kirin. Êdî xwarineke nîvro li xwaringehan derdora 400-500 lîreyî ye.
Veysel Karadutê ku ev 20 sal zêdetir e li navçeya Beyogluya Stenbolê xwediyê restoranta (Lokanta) esnafan e ji ber mesrefên zêde êdî nikare xebatkaran li cem xwe bide xebitandin.
Veysel hoste dide zanîn ew bi malbatî restoranta xwe dişxulînin û li hemberî bihabûna zêde hewl didin dikana xwe negirin.
“Em êdî ji bin dernakevin”
Veysel Karadut got,"Beriya ku mûçeyê herî kêm were zêdekirin êdî bihayê her tiştî 2-3 qat zêde dibe.
Em nikarin heqê karkeran bidin. Ez bi xwe xwarinan çêdikim da ku karibim li ser piyan bimînim."
Abdullah Bilirê xwediyê xwaringeheke din jî got, "Bihayê goşt gelekî zêde dibe. Carinan di rojekê de 2-3 caran biha dibe.
Bihayê sebze jî gelekî giran e. Em ji bin dernakevin."
Harun Koçer jî xwediyê xwaringehekê ye û ew jî wiha dibêje:
"Ji ber ku em xwaringeha esnafan in em nikarin bihayê xwarinan pir bilind bikin. Ji ber vê em bêtir dixebitin û heke pêwîst be em kêmtir karkeran didin xebitandin."
“Hinek xwaringeh êdî nikarin xebatkaran bidin xebitandin”
Li Stenbolê bi taybetî li cihên turîstîk bihayê xwarinan girantir dibe. Êdî xwarineke nîvro derdora 400 heta 500 lîreyî diguhere.
Welatiyekî bi navê Yahya Şahin jî wiha dibêje:
"Bihayê xwarinan gelekî zêde bûye. Ev ji bêrîka me hemûyan diçe.
Niha xwaringehên esnafan cihên herî erzan in. Ji ber vê em tên van deran."
Li Stenbolê bi taybetî li cihên turîstîk bihayê xwarinan girantir e.
Hinek xwaringehên biçûk ên ku mişteriyên wan karker û dikandar in, ji ber mesrefa zêde êdî nikarin karkeran jî bidin xebitandin.
Bihabûna bihayê goşt, kirêya dikanan, ewlehî, bac û heqdestê karkeran bûye bargiraniyeke zêde li ser pişta xwediyên xwaringehan û ew êdî bêzar bûne.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse