Hevserokên DEM Partiyê çûn serdana Demîrtaş: 'Ew dîl in'

20-05-2024
Omer Sonmez
Hevserokên DEM Partiyê çûn serdana Demîrtaş/Wêne: Omer Sonmez/Rûdaw
Hevserokên DEM Partiyê çûn serdana Demîrtaş/Wêne: Omer Sonmez/Rûdaw
Nîşan DEM Partî Selahattin Demîrtaş Tuncer Bakirhan Doza Kobaniyê
A+ A-

Edîrne (Rûdaw) - Hevserokên DEM Partiyê li girtîgeha Edirneyê çûn serdana Hevserokê berê yê HDPyê Selahattin Demîrtaş.

Hevserokên DEM Partiyê Tulay Hatimogullari û Tuncer Bakirhan, piştî cezayên Doza Kobaniyê li girtîgehan çûn serdana hevserokên berê yên HDPyê Fîgen Yuksekdag û Selahattin Demîrtaş.

Bakirhan û Hatimogullari piştî hevdîtina bi Demîrtaş û Selçuk Mizrakli re li ber girtîgehê bi girseyî daxuyanî da.

“Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag di dilê gel de azad in”

Hevserokê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan got, "Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag jixwe di dilê gelên Tirkiyeyê de azad in.

Em wan tu carî di zîndanan de nabînin. Ew dê li girtîgehê têkoşîna xwe berdewam bikin.

Em jî wekî îro, dê bi gelên xwe re heta hemû girtiyên siyasî azad bibin û Tirkiye demokratîk bibe têkoşîna xwe berdewam bikin. Serok Selahattin jî heman tişt gotin."

Berpirsên DEM Partiyê didin zanîn ku li hemberî cezayên Doza Kobaniyê ew dê li her qada siyasî têkoşîna xwe berdewam bikin.

“Daxuyaniyên mixalefetê baş in lê têr nakin”

Parlamenterê DEM Partiyê yê Stenbolê Celal Firat diyar kir:

"Em dê li hemû qadan ji gelê xwe re behsa wan cizayên nehiqûqî bikin.

Daxuyaniyên mixalefetê baş in lê têr nakin. Lazim e mixalefet xwedî li hemû pirsgirêkên civakê derkeve.

Herwiha divê ew li hemû platforman behsa wan nehiqûqiyan bikin."

Rêxistina DEM Partiyê ya Tekirdagê jî li pêşiya Dadgeha Edîrneyê ji bo piştgirîdayîna Demîrtaş amade bû.

Hevserokê Rêxistina Tekirdagê ya DEM Partiyê Suat Sari wiha axivî, "Em ji bo xwedî li girtiyên siyasî derkevin li vir in."

“Ew rehîne ne”

Endama DEM Partiyê Zuleyha Ateşê got, "Demîrtaş û hevalên wî bêsûc li hundir in. Ew rehîne ne."

Hevserokên DEM Partiyê Tulay Hatimogullari û Tuncer Bakirhan di 19ê Gulanê de jî, li girtîgeha Kandirayê ya Kocaeliyê çûbûn serdana hevseroka berê ya HDPyê Fîgen Yuksekdagê.

Di Doza Kobaniyê de 30 sal û 3 mehan cezayê girtîgehê li Fîgen Yuksekdagê hatibû birîn.

Hevserokê berê yê HDPyê Selahettîn Demîrtaş, ev 7 sal in li vî girtîgeha Edîrneyê zindanî ye.

Tevî hemû biryarên Dadgeha Magên Mirovan a Ewropayê û Dadgeha Destûra Bingehîn a Tirkiyeyê jî, di Doza Kobaniyê da li Demîrtaş 42 sal cezayê hepsê hat birin.

Selahattîn Demîrtaş li Tirkiyeyê tekane namzedê serokkomariyê ye ku girtî ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst