Tuncer Bakirhan: Têkçûna DAIŞê hinek xemgîn kirine

20-05-2024
RÛDAW
Nîşan Doza Kobaniyê Selahattîn Demîrtaş Adnan Selçuk Mizrakli Tuncer Bakirhan Tulay Hatîmogulari
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Tuncer Bakirhan got, “Mixabin li şûna ku serkeftina Kobaniyê li Tirkiyeyê bihata pîrozkirin, kirin amûreke darizandinê. Xuyaye têkçûna DAIŞê hinek xemgîn kirine.”

Hevserokên DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari û Tuncer Bakirhan li Girtîgeha Edîrneyê çûn serdana hevserokê berê yê HDPyê Selahattîn Demîrtaş û hevserokê berê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Selçûk Mizrakli.

Piştî serdanê Hevserokên DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari û Tuncer Bakirhan daxuyaniyek da çapemeniyê

Tulay Hatîmogullariyê da zanîn ku ew doh li Girtîgeha Kandirayê ya Kocaeliyê çûne serdana hevseroka berê ya HDPyê Fîgeh Yuksek Dagê û îro jî li Girtîgeha Edîrneyî çûne serdana hevserokê berê yê HDPyê Selahattîn Demîrtaş û hevserokê berê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Selçûk Mizrakli.

“Dozeke siyasî ya tolhildanê ye”

Tulay Hatîmogullariyê got, “Doza Kumpasê ya Kobaniyê, wekî ku nav li serê yê dozeke kumpasê ye û bi temamî dozeke siyasî ya tolhildanê ye.

Me di serdana her du hevserokên xwe yên giştî de jî dît ku moralê wan zêde bûye.

Di vê dozê de cezayên giran li Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş hatin birîn.

Herwiha li şoreşgerên sosyalîst ên çep ên ku piştgiri da gelê Kurd û şoreşgerên ku di çareseriya pirsa Kurd de bi rêbazên demokratîk û aştiyane israr kirin û têkoşîna demokratîk a yekbûyî parastin cezayên giran hatin birîn.

Hatîmogullariyê diyar kir ku moralê Demîrtaş ji her demê zêdetir bûye û wiha pê de çû:

“Em dixwazin bila hemû raya giştî ya bizanibe, Demîrtaş wekî dema ku hevserokatiyê giştî yê partiyî bû li heman cihî rawestiyaye, bi heman moral û motîvasyonê ye.

Vê biryarê bi hevalên me, birêz Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş re paşde gav nedaye avêtin , berovajî têkoşîna wan tûjtir kiriye.”

“Têkçûna DAIŞê hinekan xemgîn kiriye”

Piştre Tuncer Bakirhan axivî û got, “Gava Kobanî tê gotin, berxwedan û têkoşîn tê hişê mirov.

Li dijî kê berxwedan û têkoşîn? Em behsa têkoşîneke li dijî DAIŞa ku li Rojhilata Navîn paşverû, dijminê jinan, dijminê gel û baweriyan hatiye dayîn û bûye mînak dikin.

Di têkoşîna li dijî DAIŞê de Kurd, Tirk, Ereb, gelên Tirkiyeyê, kedkar bi hev re têkoşîn kirin û serkeftiyeke hevpar bi dest xist.

Mixabin li şûna ku ev serkeftin li Tirkiyeyê bihata pîrozkirin, kirin amûreke darizandinê.

Xuyaye têkçûna DAIŞê hinek xemgîn kirine. Li Rojhilata Navîn azadiya jinê hin kesan nerihet kiriye

Bi dozeke kumpasê jî kesên ku wê demê bi gelê Kobaniyê re bûn û piştgirî da têkoşîna wan hatin darizandin û cezakirin.

Beriya her tiştî em dibêjin, em vî cezayî nas nakin. Kurd, kedkar, jin û gelen Tirkiyeyê dê vî cezayî nas nekin.”

“Ji bo me normalîzebûnek tine”

Tuncer Bakirhan herwiha bersiva pirsên rojnamegeran da.

Bakirhan li ser pirsa derbarê pêvajoya “nermbûnê” ya li Tirkiyeyê wiha bersiv da:

“Hikûmet hilbijartinek winda kir, mezin winda kir.

Niha ji bo ku ev rewşa ku piştî hilbijartinê derketiyê holê telafî bike behsa normalbûn û nermbûnê dike.

Me jî hewl da ku em fêm bikin û temaşe bikin. Lê li aliyekî cezayên ku di Doza Kumpasê ya Kobaniyê hatine dayîn hebin, Dayika Makbûle ya 83 salî û Hatîce Yildiza bi sedyeyê di girtigehê de razên, berdena paşayan, careke din derxist holê ku Kurd, kedkar û şoreşger di vê pêvajoya nermbûn û asayîbûnê de cih nagirin.

Em alîgirê normalîzebûneke rast in. Ji bo normalîzebûneke rast divê hiqûq bi awayekî wekhev kar bike.

Divê ji xeynî Kurd, şoreşger û berxwedêran neyê gotin. Lê belê niha ji bo me, ji bo gelên ku li Tirkiyeyê dijîn normalîzebûnek xuya nake.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst