Ji DEM Partiyê piştî biryarên Doza Kobaniyê yekem daxuyanî

16-05-2024
RÛDAW
Nîşan DEM Partî Doza Kobaniyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – DEM Partiyê li ser biryarên Doza Kobaniyê daxuyanî da û eşkere kir ku dê li hemberî cezayan serî netewînin.

Di Doza Kobaniyê de ku Hevserokên Giştî yên HDPyê yên berê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag jî di nav de 108 kes tên darizandin biryar tên eşkerekirin.

Biryarên ewil hatin ragihandin.

Bi îdiaya “Alîkariya ji bo xerakirina yekitî û yekparetiya dewletê” 20 sal cezayê zîndanê ji Selahattîn Demîrtaş re hat dayîn.

Herwiha bi îdiaya “Ji bo sûc were kirin tehrîk kiriye” jî 4 sal û 6 meh cezayê zîndanê hat birîn.

Dadgehê 10 sal cezaya zindanê da Şaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk.

Dadgehê cezayê "heta hetayê" û 29 sal cezayê girtîgehê da Fîgen Yuksekdagê.

DEM Partiyê li ser biryaran nerazîbûn nîşan da.

DEM Partiyê li ser hesabê xwe yê Xê got:

“Cezayên ku li hevalên me yên di doza komploya Kobaniyê de dîl hatibûn girtin, nikarin serî li me bitewînin.

Yên derbeyê li siyaseta demokratîk dixin bila bizanibin ku em dê komployên wan pûç bikin, em dê bi ser bikevin, gel dê bi ser bikeve!”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst