DEM Partiyê biryarên Doza Kobaniyê protesto kirin

22-05-2024
RÛDAW
Nîşan DEM Partî Doza Kobaniyê Protesto
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - DEM Partiyê îro li Parlamentoya Tirkiyeyê bi daxuyenekê biryarên Doza Kobaniyê protesto kirin.

Parlamenterên DEM Partiyê bi armanca protestokirina biryarên Doza Kobaniyê li parlamentoya daxuyanî da.

Parlamenteran piştî daxuyaniyê bi awayekî bikom ber bi avahiya Wezareta Dadê ya Tirkiyeyê ve meşiyan.

Parlamenteran li ber Wezareta Dadê jî daxuyanî da û piştre dîsa vegeriyan parlamentoyê.

Serokwekîla Koma DEM Partiyê ya Parlamentoyê Gulistan Kiliç Koçyîgîtê diyar kir ku bingeha hiqûqî ya biryarên Doza Kobaniyê tune.

“Ti bingeheke wê ya hiqûqî nîne”

Gulistan Kiliç Koçyîgîtê got:

“Em behsa dozekê dikin ku piştî 6 salan hat vekirin û ti bingeheke wê ya hiqûqî nîne.

Ez behsa hûrgiliyên naveroka dosyayê nakim lê ez dê behsa têbiniya Şaxa Rêveberiya Terorê bikim a di dosyeyê de hatibû jibîrkirin ku dibêje eger `Hûn dozeke wiha vekin, ev dê di siberojê de ji bo girtina HDPyê bibe bingehek.`

Ev jî nîşaneya wê yekê ye ku Doza Kobaniyê bi kîjan dek û dolaban hatiye vekirin.

Doz niha bi dawî bû û ceza li hevalên me hat birîn.

Di mijara mirina Yasin Boru de ku berdewan dianîn ziman, bi biryara dadgehê hat sepandin ku hevalên me ne berpirsiyar in.

Hevalên me ji hemû tohmetên bûyerên Kobaniyê beraet kir.

Ji çi ceza wergirtin? Ji çalakiyên din ên ku beşdar bûbûn, ji daxuyaniyên ku ji raya giştî ya demokratîk re kiribûn û axavtinên mîtîngan ceza wergirtin.

Li ser encamên wê jî dixwazin ji serdemeke nû re derî vekin.

Watedar e ku heman rojê generalên 28ê Sibatê berdan. Em ti awayî vê yekê wekî tesadufê nabînin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst