Stenbol - 6 kes bi hiceta PKKyê hatin girtin

18-05-2024
RÛDAW
Nîşan Stenbol Desteserkirin PKK
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li bjarê Stenbolê yê Tirkiyeyê ji 21 kesên destesekirin 6 ji wan bi heniceta PKKyê hatin girtin.

Çend roj berê Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê bi hinceta “endamtî û propagandaya PKKyê” biryara desteserkirina 25 kesan dabû.

Hêzên ewlehiyê di operasyonekê bi ser 25 navnîşanên li navçeyên cuda yên Stenbolê de girtibûn û 21 kes desteser kiribûn.

Dozgeriyê bi hinceta “endamtiya rêxistina terorê” daxwaza girtina 10 kes ji wan kiribû.

Şeva borî hêzên ewlehiyê 21 kesên desteserkirî piştî karûbarên îfadeyê birin dadgehê.

Dadgehê biryar da ku 6 kes ji wan bên girtin û 15 kesên din jî bi mercê kontrola dadî hatin berdan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst