Li Mêrsînê bi hinceta 'di Newrozê de slogan avêtine' 11 kes hatin desteserkirin

14-07-2023
RÛDAW
Nîşan Mêrsîn Desteserkirin PKK Newroz
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Mersinê ya Tirkiyê bi hinceta PKKê biryara desteserkirina 14 kesan hat dayîn û di encama operasyonê de 11 kes hatin desteserkirin.

Li gor agahiyan li parêzgeha Mersinê bi hinceta ku li Suriyê beşdarî çalakiyên leşkerî bûne û li navçeya Akdenizê ya heman parêzgehê jî di şahiya Newrozê de sloganên PKKê bilind kirine derbarê 14 kesan de biryara desteserkirinê hatiye dayîn.

Di vê çarçoveyê de tîmên Şaxa Rûbirûbûna Terorê ser bi Rêveberiya Emnî ya parêzgehê 14ê Temûza 2023an bi ser malan de girtine û di encama operasyonê de 11 kes hatine desteserkirin.

Li gor zanyariyan 3 kes li navnîşana wan nehatine dîtin û ji bo desteserkirina wan jî operasyon berdewam e.

Doh Pêncşemê jî li çend parêzgehan operasyon hatibû kirin û hejmarek endam û rêveberên HDPê bi hinceta PKKê hatibûn desteserkirin.

Li parêzgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bi hinceta PKKê operasyon berdewam in û di encam de hejmarek welatiyên Kurd, endam û rêveberên HDPê tên desteserkirin û cezakirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst