RAPOR: Sala borî 2 hezar û 370 kes bi çek û kêran hatine kuştin

16-02-2025
RÛDAW
Nîşan Weqfa Umutê Tundûtûjî Kuştin Çek
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Weqfa Umutê ragihand ku sala borî li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 2 hezar û 370 kes bi çek û kêran hatine kuştin.

Weqfa Umutê di raporeke xwe de da zanîn ku sala 2024an di 3 hezar û 801 bûyeran de 2 hezar û 370 kes hatine kuştin û 3 hezar û 829 kes jî birîndar bûne.

Weqfa Umutê raporeke bi navê “Nexşeya Tundûtûjiya bi çekan a 2024an” belav kir.

Li gorî raporê di 3 hezar û 194 bûyeran de çek û di 607 bûyeran de jî kêr hatine bikaranîn.

Bûyerên bi çek herî zêde li herêma Marmarayê pêk hatine û bi 545 bûyeran Stenbol di rêza yekem de ye.

Li Bakurê Kurdistanê jî 631 bûyerên tundûtûjiyê çêbûne û di wan bûyeran de 415 kes hatine kuştin.

Li Bakurê Kurdistanê jî parêzgeha Riha bi 174 bûyeran di rêza yekem de ye.

Piştî Rihayê bi 113 bûyeran Amed û bi 95 bûyeran jî Dîlok û Mêrdîn tên.

Li gorî rapora Weqfa Umutê di 11 salên dawî de 37 hezar û 998 bûyer çêbûne.

Di van bûyeran de 23 hezar û 804 kes hatine kuştin û 35 hezar û 36 kes jî birîndar bûne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst