Ozgur Ozel: Ez berbijêrê serokatiya CHPyê me

15-09-2023
Nîşan Ozgur Ozel CHP Berbijêriya Serokatiyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Koma Partiya Gel a Komarî (CHP) ya Parlamentoyê Ozgur Ozel, ji bo serokatiya CHPyê berbijêriya xwe ragihand.

Ozgur Ozel, li navenda partiya xwe civîneke medyayê saz kir û berbijêriya xwe ya serokatiya CHPyê ragihand.

“Baweriya guherînê bi awayekî xirab şikest”

Ozel li ser biryara xwe wiha axivî:

“Ev gava destpêkê ye lê bi biryar kolektîf e. Baweriya guherînê ya ku beriya hilbijartinên li Tirkiyeyê ava bûbû bi awayekî xirab şikest.

Rêveberiya partiyê li ser sedemên şikestinê ranewestiya û nexşerêyeke nû diyar nekir.

Wan xwest ku desthilata xwe ya li nav partiyê biparêzin.”

Ozel herwiha got ku divê CHPya sedsala duyemîn bi guherînên cidî rêya xwe bişopîne.

“Eger CHP biguhere, dê Tirkiye biguhere”

Ozel rexne li rêveberiya partiya xwe girt û pê de çû:

“Ez ji bo serokatiya CHPyê berbijêriya xwe radigihînim. Ez niha bang li hemû kesî dikim, bila beşdarî meşa mezin bibin.

Werin em vê rêyê bi hev re vekin. Em bi hev re bigihêjin armanca xwe. Eger CHP biguhere, dê Tirkiye biguhere.”

Ji roja 16ê Îlonê pê ve kongreyên CHPyê yên bajaran dest pê dikin lê dîroka kongreya giştî ne diyar e.

Li gorî zanyariyan, tê çaverêkirin ku Kongreya Giştî ya CHPyê meha çiriya paşîn were kirin.

Nêzîkî 50 parlamenterên CHPyê piştgiriyê didin Ozgur Ozel.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst