Keçeke ji Sûriyê li Stenbolê ji avahiyekê ket û mir

14-06-2023
Nîşan Sabah Azezî Stenbol
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Kuçukçekmece ya Stenbolê keçeke xelka Sûriye ji qatê 5ê ya avahiyekê ketxwar û canê xwe ji dest da. Lê ji ber mirina wê keçikê bi guman e polîsan derbarê bûyerê de dest bi lêkolînê kiriye.

Keçeke xelka Sûriyê bi navê Sabah Azezî ya 21 salî doh 13ê Hezîranê li Taxa Kanarya ser bi navçeya Kuçukçekmece ya Stenbolê saet 13:50 ji pencereya qata 5ê ya avahiyekê ket xwarê. Li ser agahdarkirinê polîs û tîmên tendirustiyê bo cihê bûyerê hatin şandin.

Tîmên tendirustiyê Sabah Azezî ya giran birîndar bûbû birin nexweşxaneyê, lê tevî hemû hewldanên pizîşkî keça 21 salî li nexweşxaneyê canê xwe ji dest da.

Derbarê bûyerê de polîsan dest bi lêpirsînê kirin. Herwiha tîmên ewlekariyê nêzîkî 3 demjimêran li mala bûyer lê çêbûye lêgerîn kirine.

Bavê keçikê di lêpirsînê de gotiye ku keça wî întîhar kiriye. Lê lêpirsîna derbarê bûyerê de berdewam e.

Li gor amarên Platforma Emê Kuştinên Jinan Rawestînin, îsal kuştinên bi gûman ên jinan zêde bûne. Li Tirkiye di nav meha derbasbûyî de 40 jin hatine kuştin û 22 mirinên jinan ên bi gûman hatine tomarkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst