Hevdîtina Erdogan û Ozel qediya

11-06-2024
RÛDAW
Nîşan Erdogan Ozgur Ozel CHP
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hevdîtina Serokomarê Tirkiyeyê û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan û Serokê Giştî yê CHPyê Ozgur Ozel qediya.

Hevdîtina Erdogan û Ozel a li Navenda Giştî ya CHPyê ji çapemeniyê re girtî hat kirin.

Hevdîtin bi qasî saet û nîvê dewam kir.

Dema Erdogan ji partiyê derket Serokê Giştî yê CHPyê Ozel heta ber otomanîla wî Erdogan oxir kir.

Di hevdîtinê de Parlementerê Stenbolê yê CHPyê û Endamê Komîsyona Karên Derve ya Parlamentoyê Namik Tan û Alîkarê Serokê AK Partiyê Mustafa Elîtaş jî cih girtin.

Rêvebirêa Qelema Taybet a Serokkomariyê Hasan Dogan, Serşêwirmendê Polîtîkaya Derve û Ewlehiyê yê Serokkomariyê Akîf Çagatay Kiliç, Serokê Ragihandinê yê Serokkomariyê Fahrettîn Altun jî bi Erdogan re çûn Navenda Giştî ya CHPyê.

Ozgur Ozel 2yê Gulanê çûbû Navenda Giştî ya AK Partiyê û bi Erdogan re civiyabû.

Erdogan herî dawî 18 sal berê di dema serokwezîrtiya xwe de ji bo vekirina avahiya nû ya Navenda Giştî ya CHPyê çûbû wê derê û bi Serokê Giştî yê wê demê Denîz Baykal hevdîtin kiribû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst