Ozgur Ozel: Ez herî zêde ji bo Enqere û Stenbolê rehet im

15-02-2024
Nîşan Ozgur Ozel Hilbijartinên Şaredariyan CHP DEM Partî Enqere Stenbol
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Giştî yê CHPyê Ozgur Ozel got, “Du bajarên ku herî zêde ez ji bo wan rehet im, Enqere û Stenbol in.”

Serokê Giştî yê CHPyê Ozgur Ozel li navenda partiya xwe civîneke çapemeniyê li dar xist.

“Dê gelek suprîz çêbibin”

Ozel têkildarî nîqaşên ku piştî eşkerekirina berbijêran derketine, got:

“Eger hevalên ku nebûne berbijêr îstifa bikin, li holê partiyek namîne.

Piştî ku berbijêr diyar bûn di nav CHPyê de pirsgirêk namînin.

Em dê Bursayê bistînin. Em ji Balikesîr, Manîsa û Denîzliyê jî bi bawer in.

Dê gelek suprîz çêbibin. Em dê suprîza sedsalê jî li Meletiyê bikin.”

Ozel ragihand ku dirûşmeya wan a hilbijartinê ev e: “Hêza me û karê me Tirkiye ye, hêza me û karê me şaredarî ye”.

Ozel amaje pê da, ew piştrast e ku dê Stenbol û Enqereyê bistînin û got:

“Du bajarên ku herî zêde ez ji bo wan rehet im, Enqere û Stenbol in.

Rêjeya pejirandinê ya partiyê ji rêjeya dengên wê zêdetir e, em baş dixebitin.”

“Em li Hatayê li alternatîvekê digerin”

Ozel bal kişand ser nîqaşên li ser namzedê wan ê Hatayê Lutfu Savaş jî û got:

“Em li Hatayê serê deh rojan carekê rapirsiyan dikin.

Eger di rapirsiyan de namzedekî ji wî baştir hebe ez dê wî biguherim.”

Hevdîtinên bi DEM partiyê re

Ozel li ser rexneyên Tifaqa Cumhurê yên ji bo “hevkariya CHPyê ya bi DEM Partiyê re” got:

“Pêwendiyên min li ber çavên her kesî ne û pêwendiyên siyasî ne.

Ew cejnên hev jî pîroz nakin lê li odeyên paşê yên parlamentoyê civatê dikin.

Çawa ku em bi AKP û MHPyê re di nava pêwendiyên siyasî de ne, em bi wan re jî bi heman şêweyî di nava pêwendiyê de ne.

Ji bo ya ku em dikin wêrekî pêwîst e lê ya ew dikin pêvajoyeke tirsonekî û bêexlaqî ye.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst