Demîrtaş bi 7 xalan rêbaza çareseriya pirsa Kurd eşkere kir

09-01-2024
RÛDAW
Nîşan Doza Kobaniyê Selahattin Demîrtaş Pirsa Kurd
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Siyasetmedarê Kurd û hevserokê berê yê HDPyê Selahattîn Demîrtaş di parastina Doza Kobaniyê de bi 7 maddeyan rêbaza çareseriya pirsa Kurd pêşniyar kir.

Rûniştina Doza Kobaniyê ku hevserokên berê yên HDPyê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag jî di nav de bi tevahî 108 kes tên darizandin, duh li 22yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê bi rê ve çû.

Selattin Demîrtaş ku li Girtîgeha Edirneyê ye, bi rêya SEGBÎSê beşdarî rûniştina dozê bû û parastina xwe ya dawiyê kir.

Demîrtaş beşeke zêde ya parastina xwe ji bo pirsa Kurd û rê û rêbazên çareseriya wê veqatand.

“Destpêkê divê çek bên danîn”

Demîrtaş ragihand ku PKK di encama polîtîkayên dewleta Tirkiyeyê de derketiye holê û got, “Hêvîdar im di demên pêş de pêvajoyek dest pê bike û em jî bibin beşeke wê."

Demîrtaş amaje bi wê yekê kir ku di pêvajoya çareseriya pirsa Kurd de xala herî girîng demokratîkbûn e û got:

“Di keşûhewaya şer de pêkanîna vê yekê helbet zehmet e. Destpêkê divê çek bên danîn.”

“Tirkiyeyê bi xwe dawî li pêvajoya çareseriyê anî”

Hevserokê berê yê HDPyê destnîşan kir ku di demên berê de Komara Tirkiyeyê bi xwe dawî li pêvajoya çareseriyê aniye û tekez kir:

“Eger careke din pêvajoya çareseriyê pêk bê divê alî di bin garantiyê de bin. Ev derseke ku me di pêvajoya berê de wergirtiye.”

Rêbazên çareseriya pirsa Kurd

Demîrtaş di berdewamiya parastina xwe de 7 xal ji bo rêbeza çareseriya irsa Kurd pêşniyar kirin:

-Divê mixatab li hev bikin û têkoşîna çekdarî bi dawî bibe.

-Divê hemû astengiyên li pêş siyaseta demokratîk bên rakirin.

-Cihê çareseriya pirsa Kurd parlamentoya Tirkiyeyê ye. Hemû partî berpirs in. Di bingeha xwe de bi destûreke sivîl û demokratîk ne tenê pirsa Kurd, cihê çareseriya hemû pirsan e.

-Divê bikaranîna zimanê Kurdî bi awayekî azad di hemû qadên civakî de, berfirehkirina çand û dîrokê, rêxistina nerîtan bi modeleke îdarî ya lihevkirinê di destûrê de bê garantîkirin.

-Divê êş û tawanên demên berê, bên lêkolîn û rastiya wan derkeve holê.

-Divê di perwerdeyê de ferzkirina îdeolajiya fermî û fêrkirina dîroka fermî bi dawî bibe û derbasî perwerdeya rexneyî û pedagojîk bibin.

-Divê ew dozên ku di çarçoveya pirsa Kurd de hatine vekirin bên hilweşandin û Yasaya Rûbirûbûna Terorê (TMK) bê rakirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst