Hewlêr (Rûdaw) - Li Bakurê Kurdistan û Tirkiyê ji ber zêdekirina bacê, bihayê kelûpelan zêde bûye.
Biryara zêdekirina baca nirxê lêzêdekirî (KDV) li Bakurê Kurdistan û Tirkiyê ket warê cîbîcîkirinê.
Ev bac ji hemû berhemên xorakê û pêdiviyên sereke yên jiyanê tên wergirtin. Yek ji wan bacan ji sedî 18ê bo ji sedî 20ê û yek jî ji sedî 8ê bo ji sedî 10ê hat zêdekirin.
Bi zêdekirina bacan tabloyên li ser nirxan guherîn. Di roja yekem de welatiyên ku li Enqerê serdana market û bazaran kirin bertek nîşanî nirxan dan.
Welatiyek ji ber bihabûnan nerazîbûna xwe wiha tîne ziman “Odeya Nanpêjan dibêje bo nenekê 5 lîre têr nake. Bila nanek bibe 10 lîre û sîmîtek jî bibe 10 lîre lê êdî di berîka me de ew budçe nîne ku em bi wan nirxan bikirin. Eger em di nîva Temmûzê bi 33 lîreyan bacanan dixwin xwedê alîkarê herkesê be. Xwedê wijdan û dilovaniyê bide wan kesên ku me birêvedibin.”
Herî zêde jî bi rêjeya ji sedî 12 baca li ser kelûpelên paqijiyê hat zêdekirin. Ev rewş bandorek nerênî li welatiyên kêmdahat dike. Bi taybet beşek ji xanenişînan ku mûçeyê wan nagihe 300 dolar.
Hikumeta Tirkiyê hewil dide bi zêdekirina mûçeyan rê li ber vê rewşê bigire, lê welatî dibêjin li şûna zêdekirina mûçeyan bila avekê bi agirê li bazaran de bike.
Welatiyekî din jî dibêje Li şûna zêdekirina mûçe, bila giranî bê rawestandin û wiha dibêje “Bila mûçeyê me neyê zêdekirin. Bila vê bihabûna li bazaran rawestînin. Ez naxwazim mûçeyê min zêde bikin. Jixwe mûçeyê me zêde nakin. Kesên 7 hezar 500 lîreyan werdigirin mûçeyê wan nayê zêdekirin. Ne bila mûçeyan zêde bikin ne jî bila nirxan ewqas biha bikin.”
Berî zêdekirina bacê sepetek ku li marketê bi 500 lîreyan tije dibû êdî bi nirxên nû bi 555 lîreyan tije dibe.
Sedema sereke ya vê rewşa aborî daketina nirxê lîreyê Tirkî ye ku piştî hilbijartiinan li hember dolar derdora ji sedî 30 nirxê xwe ji dest daye. Ev jî yekser dibe bac û bihabûn û li bazaran bi ser nirxan de dibare.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse