Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê di meha Tîrmehê de jî barîna baranê berdewam e

09-07-2023
Zînê Cahîde Akgul
Wêne: AA
Wêne: AA
Nîşan Tirkiye Baran Bakurê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Piştî çend rojên germ ku li çend parêzgehên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê pileya germê 40 pile derbas kiribûn, careke din barîna baranê dest pê kir.

Li gundê Altunçay ê ser bi parêzgeha Duzce ya Tirkiyê ve ji ber baranê avê daye ser çewliga ajelan û zerara madî çêbûye.

Welatî Habib Uygun got, “Ez cotkar im û ajeldariyê dikim. Di vê karesatê de zerareke zêde gehişte me. Êmê ajelên me, berhemên din hemû di bin avê de mane. Min garis çandibû ew jî têk çûye. Min tenê karî ajelên xwe rizgar bikim.”

Li navçeya Kirkpinar a Edirneyê jî baraneke zêde bariyaye, kolan û cade di bin avê de mane û çûnûhatina welatiyan zehmet bûye.

Welatiyê ku ji gerê li wir bû Mithat Akkuş anî ziman, “Ez ji Sakaryayê ji bo lîstikên pêlawaniyê hatibûm, 6-7 sal in têm, îsal baran bariya û rewşeke zehmet e.”

Li parêzgeha Qersê ya Bakurê Kurdistanê jî teyrok bariya. Ev dîmen di demsala havînê de ji bo nîştecihan jî balkêş bûn.

Welatiyekî got, “Piştî baraneke zêde teyroka bi qasî gûzan bariya. Xelk li otomobîlên xwe siwar bûn û çûn. Zerar heye, nîne nizanim.”

Piştî çend rojên germ ku li çend parêzgehên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê pileya germê 40 pile derbas kiribû careke din barîna baranê destpê kiriye û bûye sedema zerara madî.

Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyê hişyarî daye ku vê hefteyê jî dê li seranserî Tirkiyê barîna baranê berdewam be û divê li beramber egera lehiyê tedbîrên pêwîst bên wergirtin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst