Hevdîtinên DEM Partiyê berdewam dikin: Kê li ser 'pêvajoya nû' çi got?

Duh li 08:24
RÛDAW
Şandeya DEM Partiyê\ Wêne: Arşîv
Şandeya DEM Partiyê\ Wêne: Arşîv
Nîşan Şandeya DEM Partiyê AK Partî Partiya Paşerojê Partiya DEVAyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê di çarçoveya serdanên xwe yên pêvajoyê nû de îro dê ziyaretên xwe yên ji bo partiyên siyasî bidomîne.

Şandeya DEM Partiyê dê îro bi AK Partî, Partiya Paşerojê û Partiya Seadetê re bicive.

"Serdema çekan bi dawî bûye"

Serokkomarê Tirkiyê û Serokê AK Partiyê Recep Tayyip Erdogan êvara yekşemê di kongreya partiya xwe ya li Trabzonê de li ser pêvajoyê axivî.

Serokkomarê Tirkiyeyê eşkere kir ku serdema pêkhateyên Tirkiyeyê hemû xwediyê vê erdnîgariyê ne û wiha got:

“Bila her kes zanibe, serdema çek, tundûtûjî û terorê û her wiha serdema lîstikên kantonan ên pişta xwe didan emperyalîstan bi tevahî qediya.

Em nahêlin siberoja herêma me bi terorê tarî bikin.

Em nahêlin dîwarên nû di navbera me û bi birayên me yên ku hezar sal in em bi hev re li heman cografyayê dijîn de bên lêkirin.

Tirk, Kurd, Ereb û Fars em xwediyê vê erdnîgariyê yên qedîm in.

Bi saya Xwedê dê paşeroja me jî wekî pêşeroja me bi hev re be.”

“Heta niha me biryara hevdîtinê nedaye”

Heta niha tevî daxwaza hevdîtinê ya şanda DEM Partiyê, partiya serekî ya mixalefetê (CHP) dîrok diyar nekiriye.

Serokê CHPyê Ozgur Ozel diyar kir ku ew hîn di nav partiya xwe de gotubêjê dikin ka dê hevdîtineke wiha bikin an ne.

Serokê CHPyê behsa helwesta partiya xwe kir û wiha got:

“Heta civîna meclisa navendî ya partiyê ne qede ez derbarê vê mijarê de tiştekî nabêjim.

Mijara dê hevdîtinek wiha bibe yan nebe, dê di çi astê de be, an jî serokê partiyekê hevdîtineke wiha neke dê bandoreke çawa li pêvajoyê bike, em dê li gel hevalên xwe binirxînin”

“Pêwîst e PKK çekan deyne”

Wezîr û parlamenterê berê yê AK Partiyê Mehdî Eker jî li ser pêvajoyê ji Rûdawê axivî û ragihand ku pêwîst e berî her tiştî PKK çekan deyne û piştî wê daxwazên aliyan yên  bên gotubêjkirin.

Eker, behsa ferqa di navbera vê pêvajoyê û pêvajoya berê de jî kir û wiha got:

“Şandeya DEM Partiyê di çarçoveya ziyaret û hevdîtinên xwe de îro dê bi AK Partî, partiyên Paşeroj û Seadetê re bicive.

Roja sêşemê jî dê li gel Partiyên Yenîden Refah û DEVAyê bicive. Biryar e piştî hevdîtin li gel partiyan qediyan dîsa herin Îmraliyê.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst