Bahçelî: Deriyên aştiyê heta dawiyê vebûne

Duh li 12:22
RÛDAW
Nîşan Devlet Bahçelî Pêvajoya Çareseriyê Şandeya DEM Partiyê Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Devlet Bahçelî behsa pêngavên pêvajoya çareseriyê kir û got, "Deriyên aştî, aramiya miletê Tirk heta dawiyê vebûne." 

Serokê Partiya Hareketa Neteweperest (MHP) Devlet Bahçelî di civîna koma partiya xwe ya Parlamentoya Tirkiyeyê de axivî.

Bahçelî amaje bi pêngav û pêşhatên dawî yên pêvajoya çareseriyê kir û eşkere kir ku deriyên aştiye heta dawiye hatine vekirin.

Serokê MHPyê eşkere kir ku dê sedsala nû bibe sedsala aştiyê û wiha berdewam kir:

“Di sedsala nû de dê şopa fesadiyê jî nayê dîtin. Di sedsala nû de dê behsa cudabûnê neyê kirin.

Dem guherî, kevir ji cihê xwe leqiyan, deriyên serdema neteweya Tirk a aştî, bextewarî, aramî û îstiqrarê heta dawî hatine vekirin.

Wêrankirin hêsan e, avakirin zor e û dê pirsgirêkên kronîk çareser bibin.

Ev sedsal dê bibe sedsala aştî û aramiyê. Di vê sedsalê de Tirkiyeya bêteror dê bihêztir bibe.”

“Hawara xwe digihînin Îsraîl û Amerîkayê”

Bahçelî di berdewamiya axaftina xwe de behsa rewşa Sûriyeyê kir û got:

“PKK, YPG, DAIŞ û hêza kûr a Îsraîl û Amerîkayê ji bo statukuya nû ya li Sûriyeyê li dijî Tirkiyeyê pêk were di nav hevkariyê de ne.

Hewldanên provokatîf ku Sûriyeyê ber bi şerekî navxwe yê etnîkî û olî ve bikşînin hene.

Divê em li beramberî wê yekê baldar bin.

Hêviyên PKK û YPGyê ji Îsraîlê hene û hewara xwe dighînin Amerîkayê, ji nişka ve karta DAIŞê derxistin holê, kî dikare bibêje ku ne planeke nemerdane û bixwîn a rawestgeha bêhnvedanê ye.

Di vê mijarê de kî dikare me bide bawerkirin û me razî bike.

Di wêneyê mezin ê ku em dibînin de lîstika emperyalîzmê ya ku em dorpêç kirine heye.”

Heyeta DEM Partiyê ya ku 28ê Çiriya Pêşîn bi Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan re hevdîtinek pêk anî bû, 2yê vê mehê bi partiyên siyasî yên li parlamentoyê re dest bi hevdîtinan kir.

Heyeta DEM Partiyê di çarçoveya hevdîtinan de 2yê mehê bi Devlet Bahçelî re civiya.

Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî li ber derî heyet pêşwazî kir û hat zanîn ku Ahmet Turk tizbiyek wekî diyarî daye Devlet Bahçelî.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst