Balyoza Almanyayê çû serdana DEM Partiyê

Duh li 05:02
RÛDAW
Nîşan Sibylle Katharina Sorg Tuncer Bakirhan Aêmanya Balyoz Rojavayê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Balyoza Almanyayê ya Tirkiyeyê çû serdana Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) kir.

Di civînê de li ser bipêşketinên dawî yên li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê gotûbêj hatin kirin.

DEM Partiyê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî di daxuyaniyekê de ragihand ku Balyoza Almanyayê ya Enqereyê  Sibylle Katharina Sorg îro çûye serdana Navenda Giştî ya DEM Partiyê kiriye û li gel Hevserokê Partiyê Tuncer Bakirhan civiyaye.

Di civînê de Hevberdevka Komîsyona Pêwendiyên Derve ya DEM Partiyê Ebru Gunay jî amade bû.

Li gorî zanyariyan, di civînê de bi taybetî li ser bipêşketinên dawî yên li Sûriye, Rojavayê Kurdistanê, Tirkiye û herêmê gotûbêj hatine kirin û her du aliyan nerînên xwe pevguherîne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst