Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan civiyan.
Mesrûr Barzanî vê sibehê gihiştibû Enqereya paytexta Tirkiyeyê.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand ku di civînê de, gotûbêj li ser bipêşxistina pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyeyê û pêşhatên dawî yên rewşa giştî ya Îraq û herêmê de hatine kirin.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê dê bi Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan re jî bicive.
Mesrûr Barzanî herî dawî Hezîrana 2023yan çûbû Tirkiyeyê û bi Erdogan re hevdîtin kiribû.
Mesrûr Barzanî piştî ku wekî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê dest bi kar kiriye, ev çaremîn serdana wî ya Tirkiyeyê ye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse