DEM Partiyê gotibû ‘dengdêrên qaçax veguhestine bajarên Kurdan’, AK Partiyê bersiv da

09-01-2024
RÛDAW
Nîşan Hilbijartinên Şaredariyan DEM Parti Galip Ensarioglu AK Partî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan gotibû ku ji bo hilbijartinên şaredariyan ji herêma Deryaya Reş dengdêrên “qaçax” veguhastine bajarên wekî Amed, Êlih û Sêrtê.

Parlamenterê AK Partiyê Galîp Ensarîoglu bersiv da Bakirhan û got, “Dengên DEM Partiyê kêm dibin, ji bo vê li hincetan digerin.”

Hevserokê Giştî yê Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) Tuncer Bakirhan di kongreya rêxistina DEM Partiyê ya Antalyayê de axivî.

Bakirhan diyar kir ku desthilatdar ji bo hilbijartinên şaredariyan, ji bajarên din dengdêrên “qaçax” veguhastine bajarên wekî Amed, Êlih û Sêrtê.

“8 hezar dengdêr veguhastine Sêrtê”

Bakirhan berê rexneyên xwe da AK Partiyê got:

“Nikare li ser sindoqan pêşbaziyê bike. Nikare bi cerdevan li Sêrt, Êlih û Amedê bi me re pêşbaziyê bike. Niha çi dikin? Dengdêrên qaçax vediguhêzin.

8 hezar dengdêrên qeçex veguhastine bajarê Sêrtê. Dema mijar dibe dengdêr, ji Sêrtê hilnabijêrin. Kesên ji Gîresun, Karadenîz, Trakyayê ku ti carî Sêrt nedîtiye vediguhêzin wir.

Dengdêrên qaçax, vîna gelê Kurd xesb dikin. Em dê ti carî destûrê nedin vê yekê.”

“Vîna me dê tine neyê hesibandin”

Bakirhan diyar kir ku wan li Sêrt û bajarên din jî veguhastina dengdêrên qaçax eşkere kiriye û got:

“Em dê serlêdanên xwe bikin. Eger Desteya Bilind a Hilbijartinan bi rastî ya vî welatî be, dê li ser van dengdêrên qaçax biryareke rast û demokratîk bide.

Li dijî wê, em dê van yekan eşekere bikin. Vê carê îradeya me dê qet tine neyê hesibandin.”

“Ji Rîze û Tokatê dengdêrên gerok anîne Colemêrgê”

Parlamenterê DEM Partiyê Onur Duşunmez diyar ku “Ji bajarên Tirkiyeyê dengdêrên leşker veguhastine bajarên Bakurê Kurdistanê.”

Onur Duşunmez got:

“Em di hilbijartinên 2019an de li Bajêrgeyê bi ferqeke zêde bi ser ketin û piştre desthilatê qeyûm danî ser Şaredariya Bajêrgeyê.

Niha ji Rîze û Tokatê dengdêrên leşker vediguhêzin bajarokê Bajêrgeyê.

Herwiha dengdêrên 2-3 gundan jî veguhastine navendê û bi vî awayî dixwazin di hilbijartinên şaredariyê de bi ser bikevin.”

“Eger belge hebin eşkere bikin”

Serokê Şaxa AK Partiyê ya Colemêrgê Zeydîn Kaya jî derbarê îdiayên veguhastina dengdêran de ji Rûdawê re axivî û got:

“Ez nikarim bêjim ku tiştekî wiha heye yan nîne lê eger tiştekî wiha hebe di saziyên dewletê de tomarkirî ye û winda nabe.

Aliyên ku van tiştan îdia dikin eger belgeyên wan hene bila eşkere bikin.”

“Dengên DEM Partiyê kêm dibin, ji bo vê li hincetan digerin”

Parlamenterê AK Partiyê yê Amedê Galîp Ensarîoglu li ser karvedanan ji nûçegihanê Rûdawê Abdulselam Akincî re axivî.

Galîp Ensarîoglu got:

“Dengên DEM Partiyê ji xwe kêm dibin, ji bo vê li hincetan digerin. Ma tiştekî wisa gengaz e? Dê çawa ew qasî dengdêran bînin?

Nifûsa Amedê 2 milyon e û milyonek û 150 hezar dengdêrên wê hene. Bi çend hezar dengan dê çi biguhere? Tiştekî wisa nîne.”

Ensarîoglu wiha berdewam kir:

“Eger veguhastina dengdêran hebe jî muxtaran kesên nêzîkî xwe veguhastine. Dibe ku dengên li Rêzanê biribin gundekî yê Surê yan jî dibe ku veguhastibin gundekî din.

Naxwe hûn çawa dikarin 500 hezar deng ji derve bînin Amedê û encamên hilbijartinê biguherînin?

Di cîhanê de sîstema hilbijartinê ya herî pêşketî li Tirkiyeyê ye.

Çima di hilbijartinan de nerazîbûnek dernakeve? Ji ber ku nûnerên hemû partiyan li ser sindoqê ne. Li Tirkiyeyê, di hilbijartinan de kes nikare hîleyan bike.

Li cihekî wekî Colemêrgê 100-200 kesên ku ji bo ewlehiyê li wir in, dibe xwedî deng. Ev jî encamên hilbijartinê naguherin. Ango kî dizane ew deng didin kê?

Lewra di hilbijartinên berê de dengên wan kêm bûn, dê di van hilbijartinan de jî kêmtir bibe. Ji bo vê jî li hincetan digerin.”

“Ji bo AK Partî winda bike hûn bi dijminên Kurdan re tifaqê dikin”

Ensarîoglu herî dawî got:

“Ji berê ve em ji DEM Partiyê re dibêjn, ‘Ne hewce ye ku hûn ji me hez bikin, deng bidin me û pesnê me bidin lê ji kesekî din re nebin lingê kursî.’

Bêyî berjewendî piştgiriyê nedin dijminên Kurdan. AK Partî ji gel re ewqas xizmet kir, pêvajoya çareseriyê da destpêkirin, ji bo veguherîna demokratîk me ewqas gav avêtin lê hûn rabûn we piştgirî da dijminên Kurdan.

Bêyî berjwendî, bêyî bazar, ji bo AK Partî winda bike we ev yek kir.

Di vê rewşê de mijara DEM Partiyê çareseriya pirsgirêka Kurdan e? Sedema sereke yê pirsgirêka Kurdan CHP ye. Ji bo dijminatiya AK Partiyê we bi CHPyê re tifaq kir.

Berbijêrê xwe bi xwe derxin, eger gel deng bide we dê bide.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst